Çeteyên PKKê zarokekî 10 salî ji Kobanê revandin

Hisên Ehmed -info

Çeteyên PKKê “Ciwanên Şoreşger” zarokekî din yê Kurd bi navê Hisên Ehmed ku temenê wî 10 sal in, ji bajarê Kobanê yê Rojava Kurdistanê revandin û çarnûsa wî nediyare.

Çavkaniyên Darka Mazî aşkere kirin, li roja 7/12/2025ê ango berî mehekê, çeteyên PKKê yên bi navê “Ciwanên Şoreşger” ku karê wan revandina zarokan e, zarokekî temen 10 sal ji Kobanê revandin û çarenûsa wê nediyare.

Çavkaniyên me aşkere kirin, zarokê revandî navî wî Hisên Ehmed Musilm e, ji şêniyên gundê Zirafkê yê Kobanê ye.

Li du mehên rabûrî rêxistina Ciwanên Şoreşger zêdetrî 15 zarokên temen 10 bo 14 salî ji keç û xortan ji Kobanê revandine.

Ciwanên Şoreşger rêxistineke ciwanan ya girêdayî PKKê ye, bi telîmatên rasterast yên Cemîl Bayîk tev digere û karê wê çekdarkirina zarokane ji boy PKKê û baskên wê yên li Rojava Kurdistanê.