Ocalan li ser Helebê bêdenge, lê îro peyamek ji konferansa Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk re şand

Abdullah Ocalan, rêberê PKK’eya hilweşiyayî, îro peyamek ji 2yemîn civîna giştîya asayîya Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk re şand. Hêjayî gotinêye ku Ocalan, li ser êrîşên berfirehên li ser taxên Kurdan ên li Eşrefiyê û Şêx Meqsûdê yên Helebê û koçberbûna bi hezaran kurdan a ji ber wan êrîşan, peyvek jî negot, lê belê peyamek ji konferansê re şand.
Ji Sibata 2025-an vir ve, rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi berdewamî gelek caran peyam şandine. Peyamên wî liser Êzidyan, konferansên Êzidiyan, civînên PKK’ê yên li kampa penaberan a Mexmûr, civînên PKK’êyên li Qendîlê û hemû civînên li Europa, Silêmaniyê û Bakurê Kurdistanê bûn. Lêbelê, Abdullah Ocalan li ser pevçûnên li Helebê bêdeng ma.
Heman Ocalan îro peyamek ji 2emîn kongreya Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk re şand, ku tê de dîsa rexne li dewletparêziyê kir û tekezî li ser Yekîtiya Gelan kir. Di peyama Ocalan de hatiye gotin ku “çareseriya pirsgirêka kurd û Yekîtiya Demokratîk tenê dema ku li kêleka lêgerîna azadî û aştiyê ji hêla hemî gelên li Tirkiye, Îran, Îraq û Sûriyeyê ve were nirxandin, wateyekî bi dest dixe.”
Ev pirs tê pirsîn: “Çima Ocalan, ku li ser her mijarê tiştekî dibêje, li ser Helebê bêdeng ma?”
Bêdengiya Ocalan li ser Helebê di bingeh de tê vê wateyê ku ew tiştê qewimî erê dike. Ji destpêkê ve, Ocalan dixwest ku Tirkiye rolek çalak li Sûriyeyê bilîze. Wî heta rexne li hêzên HSD’ê kir û got ku ew bûne “Heşdî Şabîya Îsraîlê”. Ocalan hewlek mezin dide da ku yekparçeîya axa Sûriyeyê Misoger bike û hewl dide çareseriya ku Tirkiye li Sûriyê dixwaze bi gotinên guncaw ji hêla gelê Rojava ve were pejirandin.
“Pêvajoya” ku ji hêla Ocalan, Bahçelî û Erdogan ve hatî destpêkirin ne ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd li Bakurê Kurdistanê bû, lê ji bo bêdewletbûna kurdên li Rojava bû. Kurdan di vê pêvajoyê de li Rojava gelek dem û enerjî winda kirin. Windahî bi vê yekê sînordar nebûn; wan erd, bajar û jiyan jî winda kirin. Bi rastî, Ocalan û PKK, rêxistina ku wî ew hilweşandî, berpirsiyarê serekeyê wê rastiyê ne ku kurdên li Rojava îro di bin êrîşeke mezin de ne û destkeftiyên xwe winda dikin.
Bi dûrxistina Rojava ji nasnameya xweya kurd û kişandina wê nav serpêhatiyeke îdeolojîk, bi axaftina li ser kantonan, Bakurê Sûriyeyê û hwd, ji destpêkê ve şaşî hatin kirin, ev bûn sedema windakirina nasnameya xweya neteweyî ji aliyê kurdan ve.
Pêwîste ku rêveberiya Rojava vê pêvajoyê nas bike, biryarên xwe bide û rê li ber siyaseta rojaneya PKK û Ocalan bigire.