Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rewşa neasayî û amadebaşiyê ragihand

Rêveberiya-Xweser-net

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro (Yekşem, 18.01.2026) ji ber gefan rewşa neasayî û hilgirtina çekan a giştî ragihand.

Rêveberiya Xweser di wê ragihandinê de bang li welatiyan kir ku, xasma li deverên Cizîrê û Kobaniyê ji bo rûbirûbûna her êrîşekê amade bin û tekez kir: Em li beramberî şerekî hebûnê ne.

Rêveberiya tekez jî kir: Ji bo parastina destkeftiyên şoreşa me û nasnameya me, tenê yek vebijark heye, berxwedana gel. Ji bo vê jî em bang li gelê xwe dikin ku li derdora hêzên xwe kom bibin û bi hev re li hember vê êrîşa hovane bisekinin û her kes bi tevahî amade be.

Ev jî peyama Rêveberiya Xweser e:

Ji raya giştî re

Komên çete yên girêdayî hikûmeta demkî ya Şamê ji duh sibehê ve û heta niha peyman binpê kirine. Tevî hemû xebatên ji bo çareseriyên aştiyane û daxuyaniyên niyeta baş ji bo vekişîna ji hin herêman, lê Şam hîn jî bi biryar e ku şer bidomîne û vebijarka leşkerî hildibijêre.

Ji ber vê yekê em bang li gelê xwe dikin ku amade be, pîvana parastina xwe weke bingeh bigire, bi hêzên xwe yên leşkerî re bisekine, bajarên xwe biparêze û tevlî şerê parastina rûmetê bibe.

Armanca van êrîşan ku biratiya bi xwîna keç û xortên me hatiye avakirin têk bibin, fitne û tundûtûjiyê di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de derxînin, pêkhateyên resen li Sûriyê hedef bigirin û heman îdeolojiyê li ser hemûyan ferz bikin.

Ji ber vê yekê, em bi qonaxek girîng re rû bi rû ne, yan em ê li ber xwe bidin û bi rûmet bijîn, an jî em ê rastî her cûre neheqî û binpêkirinê, werin.

Ji ber vê yekê jî em bang li gelê xwe dikin ku biryara seferberiya giştî ya ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatiye ragihandin, bibersivînin û bi QSD`ê û YPJ`ê re, bisekinin.

Her wiha em bang li hemû beşên gelê xwe nexasim ciwan û keçan dikin ku li hember çi êrîşên ku dibe li dijî herêma Cizîrê û Kobanê çêbibin, çekê rakin.

Divê em fêm bikin ku em li beramberî şerekî hebûnê ne. Ji bo parastina destkeftiyên şoreşa me û nasnameya me, tenê yek vebijark heye, berxwedana gel. Ji bo vê jî em bang li gelê xwe dikin ku li derdora hêzên xwe kom bibin û bi hev re li hember vê êrîşa hovane bisekinin û her kes bi tevahî amade be.

Silav û rêz

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê

18`ê Çileyê 2025`an

Pustên heman beş