p.language-links a { text-decoration: none; color: black; background-color: #e0e0e0; /* default gray */ padding: 4px 8px; border-radius: 0px; font-size: 13px; transition: background-color 0.3s; } p.language-links a:hover { background-color: #ca0000; color: white; } p.language-links a.active { background-color: #ca0000; /* active URL */ color: white; }
Tom Barrack derbarê civîna Hewlêrê ya bi Mezlûm Ebdî Û Îlham Ehmedê re çi dibêje?

Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack ragihand ku wan li gel Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Îlham Ehmedê hevdîtinek pêk aniye.
Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack li ser hesanê xwe yê Xyê derbarê civîna xwe ya li gel rayedarên payebilind ên Rojavayê Kurdistanê û daxuyaniyek belav kir.
Tom Barrack tekezî li ser piştgiriya Amerîkayê ya ji bo rêkeftina HSD û hikûmeta Sûriyeyê kir.
Barrack diyar kir ku ew şanaz in ku îro li gel Fermandarê Giştî yê HSDyê General Mezlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê civiyane.
Tom Barrack di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku Amerîkayê piştgiriya xwe ya bihêz û pêbendbûna xwe ya ji bo pêşxistina “pêvajoya tevlîbûnê” ducare kiriye.
Ev pêvajo di çarçoveya rêkeftina 18ê Kanûna Paşîn a di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Sûriyeyê de hatibû diyarkirin.




