Êrîşeke mezin li dijî destkeftî, maf, erdnîgarî û heta hebûna fîzîkî ya Kurdan li Rojava heye. Dîrokê em anîne astekê ku divê her Kurdekî bi şeref û rûmet ji bo Rojava tevbigere û her tiştê ku ji destê wî tê bike., Kurdan li her derê cîhanê û Kurdistanê, ji Hewlerê heta Bochumê, ji Duhokê heta Nisêbînê, ji Akrê heta Stockholmê, nîşan dane ku ew milletekî serbilind in û bi dirûşmeya “Rojava ne bi tenê ye” derketine kolanan. Kurd xemgîn û hêrs in… Û Kurd bawer dikin ku dîrok xwe dubare dike û dîsa xîyanet li wan hatine kirin.
Û bi rastî jî, xîyanet li Kurdan hate kirin.
Kî bûn yên xîyanet kirî?
Xiyanetkarên yekem hêzên Rojavayî bûn ku bi salan îdîa dikirin ku li cem Rojava ne. Piştî 25 salan, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi fermî Şam radestî El Qaîdeyê kir, ku 2001 ê êrîşî her du bircan kiribû. Brîtanya plansazê vê xiyanetê bû. Di vê navberê de, Fransa bi tirs xwe tevlî sîstema dijî-kurd a ku hatibû damezrandin kir. Nûnerê Amerîkî Tom Barrak bêşermî ragihand û got, “Serdema HSD bi dawî bûye.”
Grûpa duyemîn a xîyanetkar hêzên Ereb bûn. Ji ber ku bi salan di bin dirûşmeyên wekî “sîstema gelan”, “biratiya gelan” û hwd.. de di nav pergalê HSD ê de bûn, Ereban ne tenê di rojekê de HSD terikandin, di heman demê de hevsengerên xwe anku şervanên Kurd ji piştve xençerkirin.
Kurd vê xiyanetê dibînin û bihêrs in.
Lê mixabin, ji aliyê Kurdan bi xwe ve jî xiyanetek li Rojava hat kirin. Ev xayînên navxweyî Ocalan û partiya wî ya hilweşîayî PKK’e bûn ku gelê Rojava ew sere 45 salan bû PKK li ser pişta xwe digêrand.
PKK ji sala 1980an vir ve ji gelê Rojava sûd werdigirt. Zarokên wan kirin şervan, pere wergirtin û kampên perwerdeyê dinava wan da ava kirin. Di sala 2012an de, bi rêkeftinek bi Îranê re, li Rojava dewr wergirtin û ji bo xwe kirin Rûbarê jiyanê. Wan bi her kesî re bazarî bo Rojava kirin, hem ji Îran û hem jî ji dewletên Rojava piştgirî wergirtin. Bi ton çek, perwerdehiya leşkerî, têkiliyên dîplomatîk, pasaport, nûnertî, qaçaxçîtiya çekan û pereyên ji petrolê û hwd.. Bi rîya Rojava wergirtin. Gotin Rojava ya me ye û ji bo Kurdan û Têkoşîna Neteweyî ya Kurd qepatkirin. Wan bi zorê ramanên anarşîstî ên Murray Bookchin li ser fikrîyata Rojava ferz kirin.
Û piştî ku PKK her tiştê ku bi navê Rojava dikaribû girt, tam di wê demê de ku destkeftiyên li Rojava hewceyî desthilatbûnê bû, pêvajoya bi navê “entegrasyona demokratîk” ji hêla Bexçelî, kesayetiya faşist a herî rastgir a dewleta Tirkiyê, Erdogan xwediyê niha yê dewleta Tirkiyê û Ocalan ve hate destpêkirin. Di rastiyê de, ev pêvajo “pêvajoya xeniqandina Rojava” bû. Ocalan pişta Rojava şikand. Ocalan ji hêza Rojava re digot Heşdî Şabî ya Îsraîlê. Wî rê li ber Rojava bo pêşxistina têkiliyên derve girt. Bi daxuyaniyên wekî “Daxwaza federasyonê nekin”, “Daxwaza Otonomiyê nekin” û hwd Rojava di derbarê daxwazên sîyasî-îdarîde de di rewşek bêarmanç de hişt.
Wan baskên Rojava şikandin. Niha, rêberên PKK bêdeng in… Ne diyar e ka dê Partiya DEM çi bibêje. Niha her kes li benda Serok Mesûd Barzanî ye ku tiştek bike. Di 14 salan, wan hemî pêşniyarên serok Barzanî red kirin, li sernavê Rojava êrîşî tevgera Barzanî kirin. Wan Rojava zûha û wêran kirin. wan niha hemî bar li ser kadroyên Rojava, xelkê Rojava û Barzaniyan hiştin.
Niha, Kurd ne bi hemaseta îdeolojî û peyvan, bi rûhekî neteweyî û Kurdewarî, mil bi mil ji bo Rojava şer dikin û hemû cîhanê têdikoşin. Kurdan derveyî Kurdan dost nînin. Derveyî mil bi milê hevdû tekoşîn kirinê çi şansê me nîne.