Îro 11emîn salvegera rizgarkirina Kobanê ye

11 sal di ser rizgarkirina bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê re derbas bûn, ku li ser daxwaza Serok Barzanî, Pêşmergeyên Kurdistanê roleke mezin di têkbirina çekdarên DAIŞê li Kobanê û paqijkirina beşek girîng a Kurdistanê ji terorîstan de lîstin. Lê piştî 11 salan Kobanê careke din naha di bin dorpêçê de ye.

11 sal di ser rizgarkirina bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê re derbas bûn, ku li ser daxwaza Serok Barzanî, Pêşmergeyên Kurdistanê roleke mezin di têkbirina çekdarên DAIŞê li Kobanê û paqijkirina beşek girîng a Kurdistanê ji terorîstan de lîstin. Lê piştî 11 salan Kobanê careke din naha di bin dorpêçê de ye.

Piştî ku çekdarên DAIŞê di Îlona 2014an de êrîşeke mezin li dijî Kobanê dest pê kirin û ji sedî 80ê bajêr kontrol kirin, di Cotmeha heman salê de, bi fermana Serok Mesûd Barzanî, ku wê demê Serokê Herêma Kurdistanê bû û Parlamentoya Kurdistanê biryar da ku hêza Pêşmergeyên Kurdistanê bişîne Rojavayê Kurdistanê û rizgarkirina Kobanê hat pejirandin.

Karwana yekem a 150 hêzên Pêşmergeyên Kurd di 28ê Cotmeha 2014an de derbasî Kobanê bû, piştre sê karwanên din di demên cuda de. Rizgarkirina Kobanê ji aliyê hêzên Pêşmerge ve bê qurbanî nebû. Şehîdê yekem ê Pêşmergeyên Kurd li Kobanê Zerevan Mizûrî bû.

Şehîd Zerevan di sala 1991an de ji dayik bûye, ew xwendekarê sala duyemîn a beşa zimanê Kurdî ya Zanîngeha Soran bû. Wî ji bo parastina welatê xwe betlaneyek wergirtibû. 20 Kanûna 2015ê li Kobanê Şehîd Bû.

Bi piştgiriya Hêzên Pêşmergên Kurdistanê û balafirên koalîsyonê, di 26ê Kanûna 2015an de, şervanên Rojavayê Kurdistanê tevahiya bajarê Kobanê ji nû ve kontrol kirin. Piştî tomarkirina vê serkeftina dîrokî, Hêzên Pêşmerge di 22ê Nîsana 2015an de vegeriyan Herêma Kurdistanê.

Di hevpeyvînek televîzyonî de, Serok Barzanî got: “Ne biryarek hêsan bû, lê biryarek dîrokî, neteweyî û mirovî bû. Biryarê piştevaniya Kurdistanê û navnetewî ya berfireh li dû xwe anî û biryarekî di cîh de û gelek berhemdar bû.’’

Piştî 11 salan, Artêşa Erebî ya Sûriyê û komên çekdar ên nêzîkî hikûmeta Şamê êrîşek mezin li dijî Rojavayê Kurdistanê û bajarê Kobanê dest pê kirin û naha bajarê Kobanê dorpêç kirine.

Di serdana xwe ya Vatîkan û nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Romayê de, Serok Barzanî ji rojnamevanan re got ku Kobanê pozîsyonek stratejîk û neteweyî ye û got: Eger wekî sala 2014ê derfet heba, min dê dubare hêza Pêşmerge şandiba Kobanê.

Herwiha ragehand; Min Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî erkdarkirin ku alîkariya mirovî bigihîne xwişk û birayên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê.

Piştî vê peyama Serok Barzanî, Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî duh Yekşemê, 25ê Kanûna Pêşîn a 2026an, bi gihandina alîkariya mirovî ya xwarin, sotemenî û pêdiviyên din ên rojane yên welatiyan, dorpêça li ser Kobanê şikand.