Rûsya piştî 7 salan hêzên xwe ji Qamişlo vedikişine

Hêzên Rûsyayê piştî 7 salan, dest bi vekişîna ji Firokxaneya Qamişloyê kirin. Li gorî zanyariyan, Rûsya tank û amûrên xwe yên leşkerî ber bi herêma Lazqiyê ve vediguhêze.
Peyamnêrê Kurdistan24ê li Rojavayê Kurdistanê da zanîn, çend roj in liv û tevgera vekişînê ya hêzên Rûsî berdewam dike, lê Îro Duşemê (26’ê Çileya 2026’an), berî nîvro, karwaneke leşkerî ku ji gelek tank û zirêpêşan pêk dihat, ji firokxaneyê derket û dest bi vekişînê kir.
Zanyarî diyar dikin ku leşker, wesayît û hemû amûrên lojîstîk û leşkerî ji Firokxaneya Qamişlo ber bi bingehên Rûsyayê yên li bajarê Laziqiye yê li berava Sûriyeyê tên veguhastin.
Rûsyayê ji sala 2019’an ve Firokxaneya Qamişloyê wekî navendeke sereke ji bo çavdêrîkirina bakur û rojhilatê Sûriyeyê û şerê li dijî DAIŞ’ê bikar dianî. Valakirina vê firokxaneyê wekî guhertineke girîng di hevsengiyên leşkerî yên li herêmê de tê dîtin.
Ev vekişîna Rûsyayê di demekê de ye, di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û artêşa Sûriyeyê de agirbestek heye. Tevî agirbestê jî, rageşî li herêmê berdewam dike.