Devlet Bahçeli: Ocalan hemû sozên xwe bi cîh anîne

Bahceli-info

Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî xwest Abdullah Ocalan bigihê mafê hêviyê û Selahattîn Demîrtaş jî bê berdan.

Bahçelî di civîna koma partiya xwe de derbarê pêvajoya çareseriyê û rojeva Tirkiyeyê axivî.

Wî amaje bi mafê hêviyê yê Abdullah Ocalan kir û got, “Heta ku Anadol bigihe aramiyê, Ocalan bigihe hêviyê, Ahmet (Ozer) vegere meqamê xwe û Demîrtaş vegere mala xwe biryara me zelal e.”

Rêberê MHPyê Bahçelî bangî DEM Partiyê kir ku rêzê li Ocalan bigire û wiha domand:

“Ma serkirdayetiya damezirîner a PKKyê ji 27ê Sibata 2025an ve li ser hemû sozên ku dabûn sekinî? Belê sekinî.

Ma wî kir ku rêxistina terorê ya cudaxwaz were fesixkirin û çek werin şewitandin? Belê kir.

Ma banga 27ê Sibatê ji bo PKKyê û hemû pêkhateyên rêxistinê bû ferman? Belê bû.

Madem armanc pêk hat, naxwe erkê me ye ku em ji DEM Partiyê û hemû maşikên rêxistinê bixwazin ku rêzê li serkirdayetiya damezirîner a PKKyê bigirin.”