Av rêya xwe dibîne, serok û rêber jî cihê xwe!!!

Ji yekitiyeke berfireh re çi lazim e? HAK-PAR û PWK

Bûbê Eser

Dema li welatên kolonî siyaset bixetime, siyasetmedar erkê xwe neynin cih, wê gavê rewşenbîr, nivîskar, dîrokzan, mamoste û kesên xwe weke pêşkêşê milet dibînin, bi hevre karekî dikin, da ku welatê wan ji bin zilma dagirkeran bê azadkirin. Ji bona Milet bê altarnatîf nemîne, bi karê siyasî ve radibin.

Li bakurê Kurdistanê jî pêşiya siyasêtê xetimiye. Gavekê jî bi pêş nakevin. Sedema vê xetimandinê jî salmezinên modela salên 1970 yên îdeolojik in. Vê xetimandinê nabînin, lê tim jî pesnê xwe didin ku weke bi ser ketibin. Ne yekitiya nava mala kurd pêk tînin, ne rêvebiriyê didin ciwanan, ne jî erkên xwe yên niştîmanî pêk tînin. Ji kesên vê rewşê dibînin, dibêjin û dinivîsînin jî dixeyidîn û dixwazin wan di  civatê de bê bandor bihêlin. Bi vî karî jî di hin waran de bi ser jî ketine û dikevin.

Dema rewşa siyasî ya bakurê kurdistanê hatibe vê qonaxê, wê hinên din ku bi eslê xwe ne siyasî ne, ango rewşenbîr û pêşeyî, hunermend ûhwd wê dest bavêjin brîna kurdan û ji bona dermankirina birînê wê dermanekî peyde bikin.

Niha li bakurê Kurdistanê jî rewş ev e. Salmezinên ketine serê kaniyan hemî jî modela kevnin, nexweş in, ji xwe pêve kesên din naecibînin, nabînin û pêşniyarên rewşenbîran guhdarî nakin. Dema tu vê rewşê ji xelkê re vedike, ji te dixeyidin, aciz dibin heta êdî li gel te jî nema qise dikin. Vê ji bona  ku tu eşkerekirina bêdengî û neyekriziya wan nebêje û nenivîsîne, dikin.

Piraniyan siyasetmedarên modela salên heftê jî, ji Kurdistanîbûnê bêtir, sexsî û malbatî difikirin. Ji ber vê ye ku li bakurê Kurdistanê, yekitî û yekrêziya nava mala kurd pêk nayê. Piraniya kesên weha jî di nava yek partiyê de yekitiya xwe pêk anîn ku deng ji kesên rast û dirist dernekeve.

Dema ku rewşa bakurê Kurdistanê hatibe vê qonaxê, helbet wê hin rewşenbîr û beşên civatê yên civakî û medenî û yên pêşketî dê bi hevre hewl bidin ku pêşî li wê xetimandinê vekin. Di virde wê nakokiyek nû bê destpêkirin ku ew jî wê siyasetmedarên modela kevn û kesên dixwazin li gor demê miletê xwe bi rêxistinî bikin, li hev kevin. Heta wê hin serok û rêvebir li dij tevgerên nû jî derkevin.

Ez gihiştim wê baweriyê ku divê partiyên me yên siyasî ya divê yekitiyeke bi hevre li ser xeta neteweyî ava bikin, ya jî divê herkes êdî li mala xwe rûnên. Cihok xetimiye, ji bona herikandina avê dê hinên din, kes, kesayetî û rewşenbîrên gel, bi qazme û bêran pêşî li herikandina avê vekin. Ji ber ku civata bakurê Kurdistanê ya niha di pêşiya partiyên siyasî de ne.

Niha hin hazirî hene. Hin ji rewşenbîran qazme û bêr hilgirtine da ku wê xetimandinê vekin ku av biherike. Lê wê çiqasî bi serkevin, di rojên pêşde em ê bi hevre bibînin. Dema partiyên siyasî û yên ji xwe re dibêjin, em kurdistanîne bi erkên xwe ve ranebin, helbet wê hin derkevin ku karên siyasî jî bikin.

Lê hê jî hin serok û rêvebirên partiyên me yên siyasî û kurdistanî vê nabînin. Ji kes, kesayetî û nivîskarên vê didin zanîn jî acizin. Hevaltî û dostaniya wan jî roj bi roj kêm dibe. Lê fêm nakin ku ev rewş weha nameşe. Ya divê zûtirîn demê ew yekitiyeke li ser xeta neteweyî ava bikin, ya jî wê hin ji bilî wan vî karî bikin.

Ji ber ku gelek serok û rêvebirên partiyên Kurdistanê hingê  xwe mezin dibînin ku nema dikarin dostên xwe yên nêzîk bibînin û ji rexneyên rêhevalên xwe jî acizin. Ya divê endam tenê ji serok û rêberên xwe re li çepikan bixin ya jî hêdî hêdî yên rexneyan dikin, bi saya wan serok û rêberan ji civatê dûr dikevin. Ji xwe malwêraniya mezin jî ev e.

Partiyeke ku armanca wê azadiya Kurdistanê be û derketibe ser rê, bê nivîskar, rewşenbîr û rexnegiran dê di nêviyê rê de asê bimîne. Weke rewşa niha ya partiyên me yên siyasî ku tu rexneyan li ser xwe qebûl nakin.

Hin ji serok û rêvebirên partiyên Kurdistanî, bi vê jî dixwazin pêşî li kesên rastiyê dibêjin û dinivîsînin bigirin, da ku her tişt weke wan bibe û here. Ne rê didiin ku tu li gel wan qise bike û ne jî nivîsên te yên rênîşandanê dixwînin û fêm dikin.  Lê fêm nakin ku ev jî malwêraniyeke bi serê xwe ya ji çanda pkk tê û hatiye. Tê nagihêjin ku ew ên heta hetayê ne serok û rêvebir bin. Niha ev ji wan re diqede lê sibê wê çi bibe dê bi çavên xwe bibînin.

Divê bê zanîn ku av tim rêya xwe dibîne û her diherike. Astengiyên pêşiya xwe radike, rêyekê nû ji xwe re vedike.Qirş û kalên ku bi berwê ketibin jî li qiraxeyê dihêle û dihere…

Niha rewşa bakurê Kurdistanê jî weha ye. Ev xetimandin, wê bi saya rewşenbîr û beşên civatê yên sivîl bê vekirin. Ji ber ku êdî partiyên me yên siyasî û Kurdistanî bi serok û rêvebirên xwe yên modela kevn, nema dikarin bi erkê xwe ve rabin. Loma jî wê ji niha û pê de rewşenbîrên kurd bi gelemperî bikevin nav karê siyasî ku li gor daxwazin gel û milet siyaseteke aqilane bidin destpêkirin. Gavên wê bêne avêtin û bi vî awayî here, ne demeke zêde dûr wê fatiha li ser ruhê gelekan bê xwendin.

Lewra tiştê acîl û girîng ew e ku zûtirîn demê partiyên me yên siyasî û Kurdistanî yekitî û yekrêziya mala kurda ava bikin da ku siyasetmedar, rewşenbîr û şexsiyetên sivîl bi hevre bibin xwedî altarnatîfeke neteweyî ku pêşiya rêya ava xetimandî vekin ku av êdî biherike.