Wezareta Berevaniyê ya Sûriyeyê bingeha leşkerî ya Şedadiyê wergirt

Wezareta Berevaniyê ya Sûriyeyê bingeha leşkerî ya Şedadiyê wergirt

Wezareta Berevaniyê ya Sûriyeyê îro (Yekşem, 15ê Sibata 2026ê) ragihand ku, wan bi hevahengiya Amerîkayê bingeha leşkerî ya Şedadiyê kontrol kiriye.

Wezareta Berevaniyê ya Sûriyeyê ragihand ku, hêzên wan bingeha leşkerî ya Şedadiyê li sînorê parêzgeha Hesekeyê wergirtiye.

Li gorî ragihandina Wezareta Berevaniyê ya Sûriyeyê, wergirtina wê bingehê piştî hevahengiyeka hevpar bi aliyê Amerîkayî re tê, ku ev yek jî wekî pêngaveka nû di guhertinên deverê de tê hesibandin.

Piştî vekişîna hêzên Amerîkayî ji Tenefê û veguhestina wan ji bo nav sînorê Urdinê, Wezareta Berevaniyê ya Sûriyeyê ragihand; bi hevahengî bi aliyê Amerîkayî re, yekîneyên artêşa wî welatî tevahiya wê bingehê û derdora wê kontrol kiriye.

Di berdewamiya wê daxuyaniyê de hatiye gotin ku, artêşa Erebî ya Sûriyeyê li ser tevahiya sînorê welatê xwe bi Urdin û Iraqê re li biyabana Tenefê belav bûye.

Hêzên Amerîkayê pêştir di çarçoveya Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê de li wê bingehê binecih bûbûn, li roja Çarşemê, 11ê Sibata 2026ê, bi hevahengî bi artêşa Sûriyeyê û Hikûmeta Urdinê re, hêzên xwe veguhestin bingeha Birca 22yê li nav axa Urdinê, ku tenê çend kîlometreyan dûrî Tenefê ye.

Bingeha leşkerî ya Tenefê li sala 2016ê ji hêla hêzên Amerîkayî ve li sêkujîka sînorî ya di navbera Sûriye, Iraq û Urdinê de hatiye damezrandin. Armanca sereke ya vê bingehê şerê li dijî terorîstên DAIŞê û pêşîgirtina li berfirehbûna hejmona leşkerî ya aliyên biyanî li deverê bû.