Şamê nûnerekî taybet ji bo cîbicîkirina rêkeftina bi HSDê re diyar kir

Şamê nûnerekî taybet ji bo cîbicîkirina rêkeftina bi HSDê re diyar kir

Serokatiya Komara Sûriyeyê, Emîd Ziyad Ayêş wekî nûnerê serokatiyê ji bo cibicîkirina xalên rêkeftina 29ê Çileyê ya bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re, destnîşan kir.

Rêveberiya Ragihandinê ya Serokatiya Komarê ji ajansa fermî ya Sûriyeyê (SANA) re ragihand, Emîd Ziyad Ayêş wekî nûnerê taybet ê serokatiyê hatiye diyarkirin, ji bo xalên rêkeftina 29ê Çileyê ya bi HSDê re cîbicî bike û proseya “yekbûnê” bişopîne.

Li gorî daxuyaniyê, nûnerê nû dê kar li ser rakirina astengên li ber cîbicîkirina rêkeftina 29ê Çileyê bike û dê hewl bide hebûna dewletê li herêmê xurttir bike û saziyên xizmetguzariyê ji bo welatiyan careke din çalak bike.

Hikûmeta Sûriyeyê û HSD roja 29ê Çileya 2026an daxuyaniyeke çapemeniyê belav kirin û tê de ragihandin, wan li ser ‘rêkeftineke berfireh’ a agirbestê û proseyeke yekkirina qonax bi qonax a hêzên leşkerî û îdarî li hev kirine.

Di çarçoveya vê rêkeftinê de jî, ji roja 2ê Sibatê ve cibicîkirina xalên rêkeftinê ketine warê cibicîkirinê û hêzek ewlehiyê ya hikûmetê derbasî navenda bajarên Hesekê, Qamişlo.

Wekî beşek ji vê rêkeftinê jî, berî çend rojan, Saziya Giştî ya Firokvaniya Sivîl a Sûriyeyê bi fermî rêveberî û xebatên Fiorkxaneya Qamişlo wergirtibûn.

Ziyad Ayêş kî ye?

Ziyad Ayêş di sala 1987an de ji dayik bûye. Ew bi eslê xwe ji gundê Erce El-Cewala ya li gundewarê başûrê rojhilatê Qamişlo ye. Ayêş berê wekî endamekî çalak di komîteya danûstandinan a bi HSDê re cih girtibû.