Hikûmeta Sûriyeyê Kampa Holê girt

Hikûmeta Sûriyeyê Kampa Holê girt

Kampa Holê ya li Heseke ku bi hezaran malbatên çekdarên DAIŞê tê de bicih dibim, bi fermî hat girtin.

Hikûmetê Sûriyeyê girtina mayînde ya Kampa Holê ragihand, ku ev kamp wekî navenda herî mezin a ragirtina malbatên çekdarên DAIŞ’ê dihat naskirin. Ev biryar piştî wê yekê hat ku beşek ji niştecihên rûniştvanên kampê di dema borî reviyabûn û yên mayî jî ber bi kampên li gundewarê Helebê ve hatin veguhestin.

Çavkaniyekê ji rêxistineke navdewletî ku di hundirê kampê de kar dike, ji medyayê re ragihand: “Bi vekişîna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hatina çekdarên eşîran û hêzên hikûmetê, nêzî 2 hezar malbatên Iraqî ji kampê reviyane.”

Heman çavkaniyê diyar kir, beşa taybet a malbatên biyanî, di du rojên destpêkê yên vekişîna HSD’ê de, ji kampê derketin. Piraniya van malbatan bi alîkariya hinek kesên ku derbasî kampê bûne, ber bi herêmên Îdlib û Helebê ve reviyane. Hat ragihandin ku hinek ji wan jî bi rêyên qaçax derbasî axa Iraq û Libnanê bûne.

Li gorî agahiyan, piraniya malbatên Iraqî yên ku ji kampê reviyane, bi rêyên qaçax vegeriyane Iraqê. Hinekên din jî ku bi welatiyên Sûriyeyî re zewicîbûn, li herêmên cuda yên Sûriyeyê bicih bûne. Hikûmeta Sûriyeyê ew malbatên Iraqî yên ku nexwestine vegerin welatê xwe, bo kampa “Eq Burhan” a li gundewarê Helebê veguhestine.

Rêxistina “Yekeya Piştgiriya Aramiyê” ku rêxistineke nehikûmî ye, ragihand ku karwana dawî ya malbatan ji kampê derketiye. Rêxistinê da zanîn, bi piştgiriya UNHCR’ê, wan karê vegerandina malbatan bo herêmên wan kirine. Her wiha UNHCR’ê piştrast kir ku di dawiya meha Çileyê ya sala 2026’an de, 191 welatiyên Iraqî ji kampê vegeriyane welatê xwe.

Kampa Holê ku berê nêzî 24 hezar kes tê de bûn (2 hezar Iraqî, 15 hezar Sûrî û 6 hezar û 300 jin û zarokên biyanî ji 42 neteweyên cuda), her tim wekî metrsiyeke mezin a ewlehiyê dihat dîtin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) gelek caran bang li welatên cîhanê kiribû ku hemwelatiyên xwe yên endamên DAIŞ’ê werbigirin, lê ji ber metirsiyên siyasî û ewlehiyê piraniya welatan xwe ji vê berpirsiyariyê vedizîn.