Sibe peyama nû ya Ocalan tê ragihandin

Tê çaverêkirin sibe di salvegera yekem ya banga 27ê Sibatê de, peyameke nû ya Ocalan were ragihandin.
Mîthat Sancar endamê heyeta Îmraliyê ragihand ku peyameke nû ya rêberê PKKê Abdulla Ocalan heye û ew peyam dê 27ê Sibatê bi civîneke çapemeniyê ji raya giştî re were eşkerekirin.
Mîthat Sancar got ku di salvegera yekem ya banga 27ê Sibata 2025an de metnek dê were parvekirin ku perspektîfên nû yên Ocalan li xwe digre.