Wezareta Pêşmerge: Ti êrîş li ser hêzên me nehatine kirin

Jêderekî ji Wezareta Pêşmerge ragihand, ti êrîşek li ser hêzên Pêşmerge nehatiye kirin û nûçeyên di vê barê de ne rast in.
Jêderekî ji Wezareta Pêşmerge îro 3ê Adarê ji Kurdistan24ê re eşkere kir ku “ti êrîş li ser hêzên Pêşmerge nehatine kirin.”
Êrîşa li Pirdê ne li dijî Pêşmerge bû
Heman jêderî bal kişand ser êrîşa duh a li devera Pirdê û got: “Tenê duh li Pirdê êrîşek (teqînek) çêbû, lê ew ne li dijî hêzên Pêşmerge bû. Ew êrîş li herêmeke vala ketiye, lewma em nikarin bibêjin ku armanca wê hêzên Pêşmerge bû.”
Ev daxuyanî di demekê de tê, ji ber rageşiyên leşkerî yên li herêmê, gelek nûçeyên derbarê êrîşên ser binkeyên leşkerî de tên belavkirin, lê Wezareta Pêşmerge aramî û silametiya hêzên xwe li hemû eniyan piştrast dike.