HSDê nasnameya 6 Şervanên xwe ragehand

HSD-shahid-info

Hêzên Sûryeya Demokratîk nasnameya 6 Şervanên xwe eşkere kir ku di berxwedana Rojava ya li dijî çeteyên Şamê de jiyana xwe ji dest da ne.

HSDê  îro roja sêşemî 3 Adara 2026ê bi daxuyaniyekê diyar kirîye, di çarçoveya berxwedana li hemberî êrşên komên hikûmeta demkî ya Şamê yên li ser herêmên me de, ev 6 Şervanên me şehîd bûne.

Destnîşan kir, ev 6 Şervan li herêmên Reqqa, Sirîn û Dêr Hafirê li rojên 17, 20, 21 û 23 Çileya 2026ê ketbûne ber êrîşan.

Navên wan weha:

Emîne Ehmed ji Girê Spî.

Sîdra Xişman ji Girê Spî.

Hewa Ugurlu ji Beyt El Şebab.

Salih Ebdî ji Kobanê.

Mihemed Ebas ji Kobanê.

Eymen Nebî ji Kobanê.