Divê hêzên Rojhilat çi dersan ji Rojava derxin?

Operasyona Amerîka û Îsraîlê ya li dijî Îranê di 1 ê Adarê de nîşan dide ku ev bihar dê biharek dijwar be, hem xetere û hem jî derfetên mezin pêşkêş dike.

Rejîma Îslamî ya Îranê ji sala 1979 an vir ve cara yekem derbeyek ewqas mezin xwariye û hilweşîna wê nîzêk e. Piştî şoka destpêkê, Îran niha hewl dide ku henasekê bistîne û wext dest bixe.  Ji aliyekî ve, bi hêzên xwe yên wekîl, wek Heşdî Şebî, tundûtûjiyê bi awayekî kontrolkirî zêde dike û hewl dide ku rojhilata navîn tevlihev bike. Ji aliyê din ve, hewl dide ku bi îşaretkirina hêzên ku li dijî operasyonê ne ku ew bi tevahî nehatiye hilweşandin, hêza xwe nîşan bide.

Pêvajoya li Îranê çawa pêş dikeve ne diyar e. Îran hem li ser sîstemek olî-terîqatî û hem jî li ser kevneşopiya dewleta Pers tevbigere yanî li şûna hilweşînê, hewl dide xwe nermbike daku heya radeyekê desthilata xwe biparêze.

Hêzên ku beşdarî operasyonê bûne jî stratejiyek berbiçav ji bo Îranê tune ne. Ne diyar e ku armanc hilweşandina tevahî ya rejîmê ye an jî qelskirina wê û neçarkirina wê bû teslîmbûnê ye. Heta hêzên cîhanî jî hişyar in. Her kes hewl dide bandora cîhanî ya şer binirxîne û xwe li gorî wê bi cih bike. Divê Kurd jî heman tiştî bikin. Divê hem wêrek û hem jî hişyar bin. Û Rojhilatê Kurdistanê divê ji Rojava dersan derxe. Divê ji dubarekirina heman xeletiyan dûr bisekine û PKK ê ji Rojhilat dûr bixe.

Li Rojava, Kurd li gorî berjewendiyên xwe yên berbiçav tevnegeriyan. Ew li gorî fikra îdeolojîk a Ocalan û PKK ê tevgeriyan. Li Rojava, Kurdan bi armanca demokratîkkirina tevahiya Sûriyê, heta tevahiya Rojhilata Navîn û rêya sêyemîn… rêbaza xwe wenda kir. Nêzîkî 15,000 ciwanên Kurd li derveyî herêmên kurd û ji bo armancên nekurd hatin kuştin. Gel 13 salan wêraniyeke mezin kişand. Bi axaftina berdewam a li ser Sûriyeyeke demokratîk, di dawiyê de bi awayekî tevlîhev tevlî Sûriyê bûn.

Rojhilat nikare vê yekê bike. Divê Rojhilat planên pergala siyasî ya cîhanê ji bo rejîma Îranê bişopîne. Û divê nerînên li ser rejîmê bi zelalî werin diyarkirin; divê bi hêzên xwe, bajarên Kurdan wextekî rast û deqîq rizgar bike. Ne direng bimîne û ne jî zû pêşrewî bike. Divê armancên zelal daxwaz bike xwerêveberiya Kurdan misoger bike. Guh nede gote-gotkên “Rêya sêyemîn”, Îrana demokratîk û hwd., ev yek dê bi Rojhilat bide windakirin. Rêxistinên Rojhilat divê reqabetên xwe yên navxweyî bidin aliyekî û li dora gotareke Kurdû Kurdistanî bibin yek.

Divê bi taybetî li dijî PJAK ê hişyar bin. PKK dixwaze bi vî navî bikeve Rojhilat, PJAK ê wekî hespê Troyayê bikar bîne. Piştî ku li Bakur winda kir, li Başûr hemû sengerên xwe radestî Tirkiyê kir û Rojava bi navê “entegrasyonê” jinav bir, vêca PKK dixwaze hebûna xwe li Rojhilat dirêj bike.

Ketina PKK ê ya Rojhilat bi navê PJAK ê tê wateya destwerdana Ocalan û, bê guman, ji aliyê Tirkiyeyê ve, di karûbarên Kurdên Rojhilat de. Jixwe, Partiya DEM û hevserokên wê, Tûlay Hatimogulları, bi gotinên li ser “Îrana Demokratîk” û hwd armancên Kurdan şolî dikin. Rojhilat divê PKK ê asteng bike da ku pêşeroja xwe ya azad misoger bike.

Hêzên Rojhilat, bi helwesteke Kurdî, divê pêşî di navbera xwe de û dû re jî bi hêzên bi bandor re li ser bingeha daxwazên serwerîya Kurdan hevpeymaniyan çêbikin. Serkeftina Rojhilatê Kurdistanê tê wateya têkçûna sîstema kolonyal a sedsalî liser Kurdan hatî sepandin. Roj li Rojhilat hiltê.