Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Em ne beşek in ji plana biçekkirina hêzên Kurdî ya li dijî Îranê

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez kir, ew raportên behsa bicekkirina hêzên Kurdî û şandina wan bo nav axa Îranê dikin, dûrî rastiyê ne û bi mebest têne belavkirin.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî îro 5ê Adarê ew îdîayên ku digotin ‘Herêma Kurdistanê çekan dide hêzên opozîsyona Rojhilatî û wan dişîne nav axa Îranê’ bi temamî red kirin.” Hewramanî da zanîn jî, ev cure raport “bi mebest” û ji bo armancên taybet têne belavkirin.
Pêşewa Hewramanî tekez kir, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û partiyên siyasî yên Herêmê, ne beşek in ji ti hewldan yan planekê ku bixwaze şer û rageşiyan li navçeyê berfirehtir bike. Herwiha got: “Berovajî van îdîayan, em daxwaza aştî û aramiya navçeyê dikin.”
Di beşeke din a daxuyaniyê de, Berdevkê Hikûmetê bal kişand ser êrîşên ku rojane li ser Herêma Kurdistanê tên kirin û ev êrîş wekî “êrîşên tirsonek” pênase kirin û bi tundî şermezar kirin.
Hewramanî daxwaz ji hikûmeta federal a Iraqê û civaka navdewletî kir ku li hemberî van destdirêjiyan bêdeng nemînin. Herwiha bang kir ku ji bo parastina ax û gelê Herêma Kurdistanê û parastina aramiya navçeyê, gavên pêwîst werin avêtin.