Trump bi nihênî êrîşa bejayî bo ser Îranê plan dike

Li gorî kanaleke medyayê ya Amerîkayî, birêvebiriya Serokê Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê li ser êrîşeke bejayî ya sînordar ji bo ser Komara Îslamî ya Îranê difikire.
Kanala NBC Newsê ya Amerîkayî ji du çavkaniyên nêzîkî Serokê Amerîkayê Donald Trump eşkere kir ku, Trump dixwaze bi rengekî nihênî êrîşa bejayî ji bo ser Îranê plan bike. Ev jî di demekê de ye ku, ev zêdetir ji heşt rojan e ku Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê û Îsraîl êrîşên asmanî dikin ser Îranê.
Wê kanalê herwesa ji aliyê çend berpirsên Amerîkayî eşkere kiriye ku, Trump di çend civîn û nîqaşan de behsa bijardeya êrîşa bejayî ji bo ser Îranê kiriye û êrîşeke bejayî ya sînordar ji bo ser wî welatî wekî bijardeyeke guncayî danaye.
Berdevka Koçka Spî Caroline Levitt ji aliyê xwe ve di daxuyaniyekê de ji wê kanala Amerîkayî re plana êrîşa bejayî red kir, lê îtîraf kir ku hemî bijarde ji bo Serok Trump vekirî ne û hîn tu biryarek li ser êrîşeke bejayî nedaye.
Li gorî amarên Pentagonê, di dema heşt rojên borî de di encama êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê de heta niha şeş serbazên Amerîkayî hatine kuştin û 18 serbazên din jî birîndar bûne.
Ev jî di demekê de ye ku, Îsraîl û Amerîkayê li serê sibeha roja Şemiyê, 28ê Sibata 2026ê, bi hev re êrîşî Îranê kir û gelek bajarên wî welatî bombebaran kirin, û di encamê de Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî û gelek serkirdeyên bilind ên Îranê hatin kuştin.
Di bersiva wê êrîşê de, Îranê jî êrîşî welatê Îsraîlê û cih û bingehên Amerîkayê li çend welatên deverê kir û heta niha jî êrîşên her du aliyan berdewam in û hejmara kuştî û birîndaran û zirarên madî ber bi zêdebûnê ve ye.
Herêma Kurdistanê jî, û bi taybetî jî bajarê Hewlêrê, di vê çarçoveyê de çend caran keftiye ber êrîşên bi mûşek û dronan, lê hemî êrîşên asmanî yên Îranê ji aliyê sîstema berevaniya asmanî ve li Herêma Kurdistanê hatine şikandin.