Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, di peywendiyeke telefonî de rewşa navçeyê û peywendiyên dualî gotûbêj kirin.
Di peywendiyê de, her du serokan li ser rewşa navçeyê û bandorên şer nêrînên xwe parve kirin. Her du aliyan nîgeraniya xwe ya kûr li hember metirsiya zêdebûna girjiyan anîn ziman û li ser pêwîstiya xurtkirina hewildanên navdewletî ji bo rêgirtin li berfirehbûna bazneya pevçûnan hevnêrîn bûn, bi awayekî ku aştî û ewlehî ji bo gelên herêmê vegere.
Di tewereke din a guftûgoyê de, peywendiyên Fransayê yên ligel Iraq û Herêma Kurdistanê û berdewamiya hevkariyan hatin gotûbêjkirin. Her du aliyan tekezî li ser xurtkirina peywendiyên dostanî yên di navbera xwe de kirin, ku xwedî dîrokeke dirêj a hevkarî û hevahengiyê ne di warên cuda de.
Ji aliyê xwe ve, Nêçîrvan Barzanî spasiya rola pêşeng a Macron û Fransayê kir, ji bo piştevaniya berdewam a ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê, bi taybetî di hewildanên dîplomatîk de ji bo dûrxistina herêmê ji metirsiyên şer û aloziyan.