Kuştina ciwanekî Kurd di bin êşkenceyê de piştî girtina wî ji aliyê çekdarên PYD’ê ve li Qamişlo

Kuştina ciwanekî Kurd di bin êşkenceyê de piştî girtina wî ji aliyê çekdarên PYD’ê ve li Qamişlo

Malbata ciwanê bi navê Ela Ednan Emîn, ku welatiyekî Swêdî yê bi eslê xwe Kurdê Sûriyê ye û 33 salî ye, ragihand ku kurê wan piştî çend mehan ji girtina wî li bajarê Qamişlo yê li Kurdistana Sûriyê jiyana xwe ji dest daye. Malbatê çekdarên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) tawanbar kirin ku bûne sedema mirina wî di bin êşkenceyê de.

Li gorî agahiyên ku xwişka wî dane, hêzeke ewlehiyê ya ji çend endaman pêk dihat, di 18ê Îlona borî de saet di yekê şevê de bi ser mala wan de girtiye. Çekdarên rûpêçkirî ji eywan û pencereyan re derbasî malê bûne û Ela kelepçe kirine, bêyî ku sedema girtina wî ji malbatê re eşkere bikin.

Her wiha wê anî ziman ku malbatê piştî bûyerê hewl daye li gelek navendên ewlehiyê soraç û agahiyan li ser çarenûsa wî bigire, lê di destpêkê de aliyên têkildar hebûna wî li cem xwe red kirin. Piştî nîşandana dîmenekî vîdyoyî ku erebeyên beşdarî girtina wî bûne belge dike, piştre ji malbatê re hat ragihandin ku ew ji bo lêpirsînê hatiye girtin, lê tu agahiyên zêde li ser rewşa wî nedan.

Li gorî xwişka wî, malbatê hewl daye parêzeran ji bo şopandina dozê bigire, lê hemû hewildan bêencam mane; parêzeran red kirine ku dozê bigirin ji ber ku doz girêdayî dezgehên îstîxbaratê ye. Her wiha diyar kir ku hinek kesên ku xwestine li ser dozê bipirsin, bi girtinê hatine tehdîtkirin.

Di 8ê Adara îsal de, bave Ela ji hejmareke navneteweyî telefonî wî hat kirin û jê hat xwestin ku biçe bajarê Hesekê ji bo wergirtina kurê xwe, piştre jê hat xwestin ku biçe Nexweşxaneya Niştimanî ya li wir. Dema dê û bav gihîştin nexweşxaneyê, cenazeyê wî di odeyekê de dîtin.

Malbatê diyar kir ku raporta bijîşkî ya ku ji wan re hatî dayîn nîşan dide ku mirin di 16ê Çileya borî de ji ber krîza dil çêbûye, lê endamên malbatê tekez kirin ku şopên lêdan û êşkenceyê bi awayekî eşkere li ser laşê wî hebûn. Vê yekê hişt ku ew cenaze veguhêzin nexweşxaneyeke taybet li Qamişlo da ku rapora tibî (otopsî) sedema rastî ya mirinê û dîroka wê bi hûrgulî diyar bike.

Elaedîn beriya nêzî 15 salan ji Sûriyê ber bi Swêdê ve çûbû, sala par vegeriya Qamişlo û di Sibata 2025an de zewicîbû. Malbatê daxwaz ji rayedarên Swêdê kir ku derbarê şert û mercên mirina wî de lêpirsîneke fermî bidin destpêkirin û berpirsan ceza bikin.

Li aliyê din, heta niha ji aliyê hêzên Asayîşê yan jî wezareta derve ya Swêdê ve tu daxuyaniyeke fermî li ser vê bûyerê nehatiye dayîn.