ENKS’ê daxuyaniyek derbarê tawana êşkencekirin û kuştina ciwan Ela Emîn weşand

Sekreteriya Giştî ya Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), bi tundtirîn şêwe tawana hovane ya ku bû sedema kuştina ciwanê bi navê Ela Emîn di nav zîndanên dezgehên ewlehiyê yên ser bi rêveberiya PYD’ê de, şermezar dike.
Ev ciwan piştî vegera wî ji welatê Swêdê hatibû girtin û pênc mehan hatibû windakirin. Beriya ku di 8’ê Adarê de cenazeyê wî radestî malbata wî bikin, bi şêweyekî ku ji nirxên civaka me ya Kurdî û ji hemû qanûnên mirovî dûr e, raportên bijîşkî jî pê re şandin da ku tiştên ku di hundirê girtîgehê de hatine serê wî veşêrin.
Ev tawan, ku li ser tawanên din zêde dibe, fikarên rewa di nav gelê me de çêdike derbarê rewşa girtiyên din û kesên ku bi zorê hatine windakirin. Ji ber vê yekê, Sekreteriya Giştî ya Encumenê daxwaz dike:
Vekirina lêkolînek zelal û serbixwe di bin çavdêriya rêxistinên mafên mirovan ên pêbawer de, ji bo eşkere kirina hemû hûrguliyên vê tawanê û diyarkirina berpirsyariyan bi awayekî hûr.
Radestkirina her kesê ku destê wî di vê tawanê de hebe ji bo dadgehê, û sepandina girantirîn cezayên qanûnî li ser wan, da ku mafê qurbanî were parastin û bibe mînak ji bo her kesê ku bixwaze tawanên wisa bike.
Her wiha em tekeziyê li ser girtina rêkarên pêdivî dikin ji bo rêgirtina li dubarebûna van bûyerên bi êş, û valakirina hemû zîndan û navendên girtinê bi awayekî ku ewlehiya civakê û parastina pêkhateya wê misoger bike.