Performansa Meddahî ya nû a Dûran Qalkan: Xemilandina peymana dawî ya di navbera Ocalan û Dewletê de

Performansa Meddahî ya nû a Dûran Qalkan: Xemilandina peymana dawî ya di navbera Ocalan û Dewletê de

Hevpeyvînek bi Dûran Qalkan, endamekî damezrîner ê PKK ê re, di 11ê Adarê de li ser Medya Haber, kanala nûçeyan a PKK ê ya li Ewropayê, hate weşandin.

Ji ber mijarên krîtîk ên wekî şerê bi Îranê re, her kesî meraq dikir ka di hevpeyvînê de çi hebû. Lêbelê, piştî Ocalan di sala 2026 an de ektîf bû, daxuyaniyên rêberên PKK ê yên wekî Bayîk û Qalkan bi piranî bêwate bûne. Ji ber ku ew tenê gotinên Ocalan şîrove dikin. Bi rastî tene meddehî yê dikin. 

Meddhî  di rastiyê de kevneşopiyeke şanoya Tirkî ye. Ew lîstikek yek kesî ye, ku bi gelemperî teqlîd an çîrokbêşî ye. Qalkan, çîroka 50 salî ya PKK ê vedigêre û hewl daye ku nîqaşên li ser “Îran-PJAK” yên di navbera Pkk-Îmrali-Dewletê de dizivirin vedibêje.

Agahî di dest me da hene ku Ocalan ji dewleta Tirk destûr xwestiye û pêşniyar kiriye ku “em dikarin bi rîya PJAK bandora Tirkîyê li ser Rojhilatê Kurdistanê zêde bikin.”

Ocalan bi eşkereyî daxwaz kir ku Tirkiye piştgiriyê bide PJAK ê, ku Tirkiye penaberên ji Rojhilat qebûl bike û kampan ava bike, PJAK ê û Azerîyan bigehîne hev. Ocalan ji dewletê re got, “Siyaseta penaberên Ereb ên ku we li Sûriyê bikar anî, li ser Îranê jî bicîh bînin. Lê tiştê ku Fransayê ji bo HSD kir, bikin. Bi vî rengî, em dikarin siyaseta Îsraîlê ya guhertina sînoran û avakirina Kurdistana Rojhilat asteng bikin.”

Em ê li vir nekevin nav hûrguliyan, lê di encamê de, dewleta Tirkiyê, ji bo niha, li şûna vê pêşniyara Ocalan siyasetek cûda pejirand. Tirkiyê ji Ocalan xwest ku “rê li ber Kurdan bigire ku bi hêzên din re têkilî daynin, şîretê li wan bike ku ji hilweşandina rejîma Îranê dûr bisekinin, û pêşniyarên ji hêzên biyanî tên, gumanbar bike.” (Hin dê ji me re bibêjin, “Hûn çawa dizanin ku wî ev gotiye?” hevalno ev 7 sal in Darka Mazî tiştê nivisî û gêtî qed xelet derneketine.)

Axaftina Dûran Qalkan xemilandina îdeolojîk û mirovî  bi leyîzka meddahî hatiye kirin.

Bifikirin ku Qalkan, endamekî damezrîner ê PKK ê, kiryarên dewleta Tirkiyê yên li dijî Kurdan wekî kolonyalîst an înkarker bi nav nake; ew kiryarên dewletê wekî “şaşîtî” bi nav dike. Qalkan dibêje, “Divê şer nebe, mirov dimirin.” Ew wekî mirovekî ewqas humanîst xuya dike, lê wê hingê çima we di sala 2015 an de li Cîzîrê, Sûr û Nisêbînê xendek kolandin û malên mirovan wêran kirin û 5 hezar ciwanên Kurd dan kuştin? Ev hemû gotinên Qalkan ên mirovî, sosyalîst û îdealîst armanc dikin ku polîtîkayên dewleta Tirk li ser Kurdên Rojhilat bisepîne. Heta bêyî ku hûn ji daxuyaniya di navbera Ocalan û dewleta Tirkiyê de haydar bin jî, di daxuyaniyên Qalkan de îfadeyên hem eşkere û hem jî nepenî hene ku, nîşana “xiyanetê” ne.

Mînak, di axaftina xwe de, Qalkan dibêje, “Serok Apo rejîma Tirkiyê li ser pîya dihêle.” Çima hûn Tirkiyê li ser pîya dihêlin? Rastî ev e; li Rojhilata Navîn du stûnên sereke yên sîstema kolonyalîst hene ku Kurdan paşguh dikin: Îran û Tirkiye. Ger yek ji wan hilweşe, sîstema kolonyalîst a li ser Kurdistanê wê were hilweşandin. Ji ber ku ew ne tenê pergalê diparêzin, ew wê pergalê hildiberînin. Ji ber vê yekê Ocalan jî bûye lingê sîstema kolonyalist.

Û bi rastî, Qalkan bangawazî dike ku Kurd kolonyalîzma Îranê, diparêzin.

Dûran Qalkan li dijî operasyona ku ji hêla Emerîka û Îsraîlê ve li dijî Îranê tê kirin derdikeve û dibêje, “Ger ew bi ser bikevin dê çi bibe?” Ew heta dibêje, “Ev şer ne 10 roj berê, ne jî 11 roj berê dest pê kiriye. Ew şerekî ye ku 36 sal in didome. Werin em realîst bin. Em pir baş dizanin ku li ku û kengî dest pê kiriye. Emerîka niha êrîşan li ser Rojhilata Navîn dike. Di payîza 1990 an de, wan di mehekê de 150,000 leşker şandin Rojhilata Navîn. Ji Erebistana Siûdî bigire heta Kuweytê, li seranserê Kendavê leşker cîbicî kir. Wan hemî balafir û keştîyên xwe anîn. Şerekî 36 salî. Hêzên ku vî şerî dimeşînin ew in ku em jê re dibêjin pergala modernîteya kapîtalîst a cîhanî.”

Operasyona ku Qalkan behs dike, ku ew dibêje Emerîka 36 sal berê dest pê kiriye, destwerdana 1990 an a li dijî rejîma Sedam li Iraqê ye. Û rastî ev e ku wê destwerdanê di Peymana Lozanê de kunek vekir û Kurd hatin ser dîka sîyasetê. Bi hilweşîna rejîma Sedam re, Kurdan serwerîya xwe çêkir, û bi bandora têkoşîna sedsalek dirêj a Pêşmergeyan li Başûr, Kurdan cara yekem di qada navneteweyî de bun xwedî statûyekî îdarî-sîyasî-neteweyî û dadwerî.

Ji ber vê yekê Qalkan ne tenê dibêje “Divê Îran nekeve”, ew her wiha dibêje “Xwezî Sedam jî neketiba.” Ew hilweşîna Sedam wekî tiştek xirab di nirxîne. Ger Sedam neketiba, wê bêtir Helepçe çêbiba. Ger Sedam neketiba, Hikûmeta Herêma Kurdistanê çênedibû, ku her Kurdek dema ku di keve tengasiyê hewara xwe digehîne Serok Barzanî.

Qalkan dibêje, “Ger Emerîka bi ser bikeve dê çi bibe?” Bu me Kurdan dê tiştên çêtir dê çêbibin. Dewletek dagirker-kolonyal dê hilweşe û derfet bû me Kurdan dê çêbe ku em serwerîya xwe li ser xaka xwe çêbikin.

Lêbelê, Qalkan dixwaze ku Kurd hêzên kolonyalist-Dagirker bi navê dijberiya “pergala Modernîteya Kapîtalîst” biparêzin. Ew dewletên kolonyalîst ji hêla wê pergalê ve hatine damezrandin. Berevajî vê, hilweşandina kolonyalîstan derbeyek li ser pergala kapîtalîst e. Kurdan çi pirsgirêk li gel gel “emperyalîstan” nîne, kêşeya Kurdan li gel dagirker û Kolonyalîstan heye.

Qalkan her wiha şîretê dide Kurdên Rojhilet û dibêje, “Pêşniyara me ji bo partiyên Rojhelet ew e ku ji nêzîkatiyên dewleta neteweyî û neteweperestî dûr bisekinin.” Bi rastî, di navbera axaftina Baxçelî û Qalkan de pir cûdahî tune. Bi rastî, heke hûn bala xwe bidinê, Baxçelî niha piştgiriyê dide Ocalan. Dûran Qalkan hem piştgiriyê dide Ocalan û hem jî Baxçelî. Hemû bil bi bile hev girtine da ku Kurd ji van gurankarîyên Îranê sûdmend nebin. Û her dijminekî Kurd ji berxwe ve şîretan di de Kurdan.  

Baxçelî dibêje, “Kurd dê nebin leşkerên kesî.” Ocalan dibêje, “Çareseriyek bi rêberiya dewletê xeternak e.” Qalkan dibêje, “Ji nêzîkatiyên dewleta neteweyî dûr bisekinin.” Ev hemî gotin digihîjin heman encamê. Hemû bi hev re dixebitin da ku pergala kolonyal biparêzin û pêşî li ji nû ve xêzkirina nexşeya Rojhilata Navîn bigirin. Ocalan-Baxçelî-PKK bi navên “Projeya Biratiyê” û “Çareseriya Rêya Sêyemîn” dixwazin Kurd ji vê derfeta zêrîn a li Rojhilat çêdibe sûdmend nebin.

Rastiya ku di bin meddahîya dawî ya Qalkan de, tam ew in ku me li jor behs kir. Divê Kurd niha lîstika veşartî ya PKK ê û rola wê wekî piştgiriyek ji bo pergala kolonyal-Dagirker bibînin. Ger ev neyê dîtin, û ger hêviyên piçûk li ser PKK ê werin danîn, Kurd li Rojhilatê Kurdistanê dê derfeta zêrîn ji dest bidin û tûşî şikestinekî mezin bibin. Kurd çi qas ji PKK-PJAK ê dûr bisekinin ew qas dê nêzîkî rîya rast û rizgarker bibin.