Nîqaş di nav Hevpeymaniya Rojhilatê Kurdistanê de: Gelo PJAK Hevkarekî Pêbawerker e?

Pênc partiyên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê di 24 ê Sibatê de damezrandina “Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê” ragihandin. Endamê herî nakok ê vê hevpeymaniyê PJAK e.
Ji ber ku rabirdûya PJAK nezelal e û di operasyonên tarî de hatiye bikar anîn, kurd di derbarê hebûna wê di anva hevpeymaniyek ewqas girîng de, bi fikar in.
Çima PJAK di bin tarîtîyê de ye?
PJAK ne tevgerek ji Rojhilatê Kurdistanê ye. Ew li ser talîmata Ocalan ji girtîgeha Îmraliyê firêkirî ji hêla birayê wî Osman Ocalan ve hate damezrandin û paşê radestî Cemîl Bayik hate kirin. Di kongreya damezrandinê de, ciwanên ji Rojhilat pir kêmbûn. Hemî kadro ji bakur bûn. Ev hîn jî wisa ye. Her çend navên wekî Viyan Peyman li ser ekranê ne jî, ew hemî kadroyên PKK’êne û ji derveyî îdeolojiya PKK’ê ti zanîna wan a gelemperî û siyasetê tune ye. Mazlûm Heften bi salan bijîşkê taybet yê Cemîl Bayık bû.
Ango, kesên ku jê re dibêjin rêberên PJAK’ê di bin ewlehî û fermandariya Cemîl Bayik de ne. Bê destûra PKK’ê ew nikarin cihê pêlavekê jî biguherîn. Di vê qonaxa hestîyar de, bê guman, ew ê berjewendiyên PKK’ê biparêzin, ne yên gelê Kurd.
Her kes dizane ku Cemîl Bayik nûnertiya baskê Îranî yê nava PKK’ê de dike. Bayik di sala 2004an de bi Îranê re peymanek stratejîk çêkir. Di sala 2013an de, PKK’e tevlî projeya herêmî ya Îranê bû. Bayik du caran bi fermandarê navdar ê Îranê Qasim Silêmanî re civiya. Di sala 2019an de, di hevpeyvîneke xwe de Cemîl Bayik bi eşkereyî got ku “PKK’e astengiyeke ji bo hevpeymaniya dijî-Îranê”, Bayik di vê astê de Îran parêz e.
Û ev kesê hevkarê stratejîk ê Îranê, ango Cemîl Bayik, PJAK’ê bi rê ve dibe.
PJAK siya Cemîl Bayik û PKK’ê ye.
Bi salan e Îran hewl dide ku bi avakirina PJAK’ê li dijî rêxistinên Kurdî yên wekî PDKÎ, PAK û Komeleyê, Kurdên li Rojhilatê Kurdistanê kontrol bike.
Îran bênavber baregehên rêxistinên din ên Rojhilatî li Hewlêr, Silêmanî û Koyeyê bi mûşekan bombebaran dike.
Lêbelê, PJAK bi salan e li Dola Eyşê, Berde Nazê, Zelê, Mave, Xirpapê, Dola Tûyê, Dambat,Kêle Reşê, Pencwîn û Asosê, ku tenê 2-3 km ji baregahên pasdaran dûr in, bi dehan kamp ava kirine. Gumrikê datînin û bacê ji xelkê distînin. Li aliyê din ê sînor, li Mer Gever, Dambat û Kela Reş bi otomobîlan digerin. Gelo tenê carekê êrîş li wan hatiye kirin? Na. Çima?
Ji ber ku Îranê erkê parastina sînorên xwe daye PKK-PJAK’ê. PJAK weke pasawanên sînor li ser hesaba Îranê li dijî PDKÎ, PAK û Komeleyê sînorê Îranê diparêze. Di 24 ê Gulana 2014an de, PJAK bi PDKÎ re, ku tevgereke nû bi navê Rasan li dijî Îranê dabû destpêkirin, pevçûnek çêkir û du Pêşmergeyên wê şehîd kirin.
PJAK a xwedî rabirdûyek wisa îro dikare çi helwestê bigire? Ewê tenê wekî hêzek ku PKK’e bi rêya wê temenê xwe dirêj bike wê bê bikar anîn.
Îro, PKK’ê hemî kadroyên xwe yên bakurî ên ku li Rojava bûn vekişiyane û di bin sîwana PJAK’ê de bicîh kirine û medyaya xwe jî bo propagandaya PJAK’ê erkdar kiriye. Yanî, PKK’e li bendê ye ku ka dê nava vê alozîyê de çi bikeve dest wê.
Tevlîbûna PJAK’ê di hevpeymaniya di navbera rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê de, an jî parastina bihêztir a vê hevpeymaniyê ji yên din, mîsyon û rastîya PJAK’ê naguherîne.
Meseleya esas armanca damezrandina PJAK’ê û pirsa ka xizmeta kê dike ye. Bêyî bersiva vê pirsê, tu hevpeymanî nikare baweriyek rastîn ava bike, û gumanên li ser PJAK’ê nayên rakirin.