Serok Barzanî sersaxî li malbata Salih Muslim kir

Serok Mesûd Barzanî ji ber koça dawî ya siyasetmedarê naskirî yê Rojavayê Kurdistanê Salih Muslim peyameke hevxemiyê belav kir û sersaxî ji malbata wî re xwest.
Serok Barzanî îro 12ê Adarê di peyamekê de li ser tora civakî “X” ragihand: “Ji ber koça dawî ya xwedêjêrazî Salih Muslim, ez sersaxî û hevxemiya xwe ji malbat û xizmên wî re dixwazim û ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku giyanê wî bi bihişta berîn şa bike.”
Derengiya şeva borî 11ê Adara 2026an, Hevserokê berê yê PYD’ê Salih Muslim li nexweşxaneyekê li Hewlêrê koça dawî kir.
Termê Salih Muslim îro di rêya deriyê sînorî yê Pêşabûr/Sêmalka re bi merasîmeke taybet ber bi Rojavayê Kurdistanê ve hat birêkirin û biryar e li bajarê Kobanê bi axê were spartin.