Berdevkê Fermandarê Giştî: Yên ku Heşda Şeebî kirine armanc bê ceza namînin

Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarên Îraqê ragihand ku ewên ku Heşda Şeebî kirine armanc dê bê ceza nemînin.
Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarên Îraqê, îro roja çarşemê 18ê Adara 2026an, di daxuyaniyekê de got: “Îraq dê mafên xwe yên yasayî biparêze derbarê wan êrîşên ku li ser pişkek ji hêzên Heşda Şebî hatine encamdan.”
Her wiha diyar kir ku encamderên wan êrîşan bê ceza dernabas nabin, ji ber ku Heşda Şeebî saziyeke ewlehiyê ye û li jêr fermandariya Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar tevdigere.
Di rojên borî de, balafirên cengê yên Amerîkî û Îsraîlî bi dehan caran baregeh û navendên Heşda Şeebî li her yek ji parêzgehên Neynewa, Kerkûk, Bexda, Enbar û Wasitê bombebaran kirin.
Di encamê de zirarên canî yên mezin çêbûn û hejmarek fermandar û rayedarên Heşdê jî hatin hedefgirtin.