Baregehên Heşda Şebî li Neynewayê û Selahadînê hatin bombebarankirin

Li parêzgehên Neynewa û Selahadînê baregeh û xalên leşkerî yên Heşda Şebî vê sibehê hatin bombebarankirin.
Di bombebaranê de çend çekdarên Heşda Şebî hatin kuştin û hejmareke din jî birîndar bûn.
Desteya Heşda Şebî ragihand ku îro sibehê li çend herêman êrişî hêzên wan hatiye kirin.
Li gorî zanyariyan, li Deşta Neynewayê Yekîneya Çaran a girêdayî Lîwaya 30î ya Heşda Şebî hatiye bombebarankirin.
Di encamê de çekdarek hatiye kuştin û 2 çekdarên din jî birîndar bûne.
Li navçeya Bêciyê ya parêzgeha Selahedînê êrişî Heşda Şebî hat kirin.
Li gorî daxuyaniya Heşda Şebî, li nêzîkî Balafirgeha Sîniyeyê ya li Bêciyê, êrişî xaleke Lîwaya 31ê (Rewta Rîsaliyûn) hatiye kirin.
Li wir jî çekdarek hatiye kuştin û çend kesên din jî birîndar bûne.
Her wiha li navçeya Bêciyê, baregeha Lîwaya Şeşan a Heşda Şebî jî hatiye bombebarankirin û di encamê de 3 çekdar birîndar bûne ku rewşa yekî ji wan giran e.
Ev cara duyemîn e ku di nava rojekê de êrişî baregehên Heşda Şebî yên li navçeya Bêciyê tê kirin.