Heşda Şeibî: Fermandarê me yê operasyonan û 14 çekdarên me hatin kuştin

Hashid Shabi-Info

Desteya Heşda Şeibî bi daxuyaniyekê ragihand, Fermandarê Operasyonên Enbarê û 14 çekdarên wan di encama êrîşeke asmanî ya Amerîkayê de jiyana xwe ji dest dane.

Desteya Heşda Şeibî îro 24ê Adarê di daxuyaniyeke sersaxiyê de kuştina Fermandarê Operasyonên Enbarê Seid Dewayî û 14 çekdarên din ragihand. 

Hat diyarkirin ku ev fermandar û çekdarên pê re, di êrîşeke asmanî ya Amerîkayê de ku baregeha fermandariya operasyonan a li parêzgeha Enbarê kiribû armanc, hatine kuştin.