7 leşkerên Îraqê hatin kuştin

Iraq-Armi-6

Wezareta Parastinê ya Îraqê ragihand ku di encama êrişeke asmanî ya li ser Navenda Tenduristiyê ya Leşkerî ya Hebaniyeyê ya li parêzgeha Enbarê de 7 leşkerên wan mirine û 13 leşker jî birîndar bûne.

Wezareta Parastinê ya Îraqê derbarê êrişê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir û got:

“Navenda Tenduristiyê ya Leşkerî ya Hebaniyeyê û Şaxê Kar û Barên Hebaniyeyê yên girêdayî Fermandariya Baregeha Hebaniyeyê ya wezaretê, rastî êrişeke asmanî ya xayînane hatin.

Di encama vê êrişê de, 7 leşkerên me yên qehreman dema peywira xwe bi cih dianî şehîd ketin û 13 leşker jî birîndar bûn.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev êriş binpêkirineke eşkere û giran a hemû hiqûq û pîvanên navneteweyî ye ku armancgirtina navendên tenduristiyê û xebatkarên wan qedexe dike.