Îsraîlê hûrguliyên êrîşa li ser santralên atomî yên Îranê eşkere kirin

Îsraîlê hûrguliyên êrîşa li ser santralên atomî yên Îranê eşkere kirin

Artêşa Îsraîlê ragihand, zêdetirî 50 firokeyên şer di sê qonaxan de êrîşî binesaziya atomî û leşkerî ya Îranê kirine û derbeyeke giran li şiyana mûşekî û atomî ya Tehranê xistine.

Artêşa Îsraîlê îro 28ê Adarê bi daxuyaniyekê li ser hesabê xwe yê tora civakî “X”, hûrguliyên êrîşa asmanî ya berfireh a roja 28ê Adarê aşkere kirin. Li gorî daxuyaniyê, operasyon li ser bingeha zanyariyên îstîxbaratî yên hûr hatiye kirin û binesaziyên leşkerî yên Îranê li sê navçeyên cuda hatine armancgirtin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, di nav armancên sereke de “Kargeha Ava Giran” a li bajarê Arakê hebû ku ji bo berhemên plûtonyûmê yê taybet bi çekên atomî dihat bikaranîn. Herwiha kargeheke taybet a berhemên teqemeniyê ya ji bo dewlemendkirina uranyumê li bajarê Yezdê jî bi giranî hat bombebarankirin.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê diyar kir, êrîş bi sê qonaxan û di nava çend saetan de pêk hatiye. Di vê operasyonê de gelek kargehên pîşesaziya leşkerî û bingeheke Wezareta Bergiriyê ya Îranê hatine rûxandin. Hat ragihandin, ev navend ji bo çêkirina teqemeniyên pêşkeftî û dabînkirina çekan bo komên wekî Hemas û Hizbullahê dihatin bikaranîn. Herwiha kargehên çêkirina parçeyên mûşekên balîstîk û sîstemên dijîfiroke jî di nav armancan de bûn.

Artêşa Îsraîlê tekez kir, têkbirina van armancan, derbeyeke stratejîk û giran e li dijî şiyana Îranê ya ji bo çêkirina mûşekên balîstîk û çekên atomî. Îsraîlê her wiha ragihand, ew ê li ser lêdana pîşesaziya leşkerî ya Îranê berdewam bin, heta ku hemû wan şiyanên ku Tehranê di nava salan de ava kirine ji nav bibin.