Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê: Mûşekeke balîstîk a Îranê hat xistin

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê diyar kir ku mûşekekî balîstîk a ku ji Îranê hatibû avêtin û ketibû qada asmanî ya Tirkiyeyeyê hatiye xistin.
Di daxuyaniya wezaretê de wisa hate gotin:
“Mûşekekî balîstîk a ku hate tespîtkirin ji Îranê hatiye avêtin û ketiye qada asmanî ya Tirkiyeyeyê, ji aliyê pergalên parastina asmanî û mûşekî yên NATOyê yên li Rojhilatê Deryaya Spî ve hatiye xistin.”
Divê were gotin ku heta niha 3 mûşekên balîstîk ên Îranê ketibûn sînorên asmanî yên Tirkiyeyê û ew ji aliyê sîstemên parastina asmanî yên NATOyê ve hatibûn xistin.