Xefka Îmraliyê: Teoriya “Komara Demokratîk” yan jî sebir-teqandina gelekî?

Daxuyaniya ku di 31’ê Adara 2026’an de ji aliyê heyeta Îmraliyêya dem partiyê ve hate belavkirin, di eslê xwe de nîşan dide ku ramana siyasîya kurd di bin bandora Abdullah Ocalan de rûbrûyê şikestineke Ontolojîke. Ev daxuyanî, ku xwe li ser hîmên “Entegrasyona Demokratîk” û “Biratiya Anatolî-Mezopotamyayê” ava dike, ji perspektîfa zansitên siyasî û hiqûqa navdewletî wekî hewildaneke ji bo rewakirina Statukoyê û sînordarkirina daxwazên neteweyîyên kurdan tê nirxandin. Ev daxuyanî her wiha nîşan dide ku careke din lîstkeke mezin li ser vîna gelê kurd tê meşandin. Di dema ku li Rojhilata Navîn sînor bi xwînê ji nû ve tên xêzkirin, ev daxuyaniya ku bi zimanê “Entegrasyonê” û “Biratiya Anatolî-Mezopotamyayê” hatiye hûnandin, ji daxwazên azadiyê yên gelê kurd pir dûre û bêhna Statukoyê jê tê.
Di daxuyaniya Ocalan de sê xalên sereke hene ku divê her kurdek bizanibe, ew jî evin: redkirina statuya siyasî, bêhêzkirina amûrên berxwedanê û veguherandina dozeke neteweyî bo “pirsgirêkeke Demokratîk”a navxweyîya Tirkiyeyê.
Yekemîn xala krîtîk, îsrara li ser hevoka “Komara Demokratîk”e. Ocalan di daxuyaniya xwe de destnîşan dike ku “pirsgirêka wan bi Komarê re nîne”. Ev nêzîkatî rastiya dîrokîya komara Tirkiyeyêya ku li ser hîmên “yek-netewe” û “yek-ziman” hatiye avakirin, paşguh dike. Ev hevok bi serê xwe înkarkirina sedsalekîya berxwedana Kurde. Di sedsala ku dewleta Tirk bi polîtîkayên asîmîlasyonê, qetlîam û înkarê hebûna kurdan tune hesibandiye, gotina “Komar ne Demokratîke, tenê divê were demokratîzekirin” ne ji rastiya siyasî, lê ji xeyaleke romantîk pêk tê. Dewletek ku hîn jî nasnameya Kurd di qanûnên xwe de bi fermî nas nake, dê çawa bi “du qat xurtibûnê” azadyê bîne? Ev nêzîkatî, li şûna azadyê, kurdan di nav sînorên tengên netewe-dewleta Tirk de zindanî dike.
Di hiqûqa siyasî de, demokratîzekirina dewletekê bêyî ku nasnameyên kolektîf di destûra bingehîn de werin parastin û bêyî ku dabeşkirina desthilatê (wekî federasyon an xweserî) pêk were, ne pêkane. Daxuyaniya Îmraliyê, bi şûna ku daxwaza statuyeke siyasîya fermî bike, “Entegrasyona Çandî” û “beşdarbûna li ser bingeha nasnameyê” wekî çareserî pêşniyar dike. Ev yek di zanistên siyasî de wekî “Asîmîlasyona Lîberal” tê pênasekirin; ango kurd dê di hundirê sîstemê de xwedî mafên çandî bin, lê wekî aktorekî siyasî û xwedî statu dê nebin xwedî maf.
Duyemîn xal, banga ji bo dawîanîna li têkoşîna çekdarîye di demekê de ku li Rojhilata navîn şerekî hegemonîkê kûr diqewime. Ocalan diyar dike ku dema têkoşîna çekdarî qediyaye, lê di heman demê de balê dikşîne ser xetereya şerê li Îranê û planên Kûrên li ser Sûriyeyê. Ev nakokiyeke stratejîke. Di siyaseta Realîst (Realpolitik) de, bêyî ku garantiyên navdewletî û bingehên hiqûqî werin avakirin, bêhêzkirina vîna parastinêya gelekî, wî gelî radestî îradeya dewleta navendî dike. Gotina “dewlet divê bibîne ku tu gefên ewlehiyê tunene” nîşan dide ku aliyê kurd hewl dide xwe ji bo dewletê “meşrû” bike, li şûna ku dewletê neçar bike ku mafên wan nas bike. Ev helwest, vîna siyasîya kurd ji kirdeyekî (subject) vediguherîne berdeyekî (object) ku li benda merhemeta parlamentoyêye.
Ocalan di daxuyaniyê de behsa sê xetan (DY-Îsraîl, statuko û demokrasî) dike. Di dema ku şerê îranê li ber derîye û Kurd di nava agir de ne, xistina kurdan di nav xeta “sêyemîn”ya bêalî û bêhêz, wan dike qurbana bazarên mezin. Dema ku her kes bi hêza xweya leşkerî û siyasî li ser maseyêye, Ocalan bi navê “jiyana hevpar” kurdan ji maseyê dûr dixe û wan dike amaneta pêvajoyeke ku hîn bingeha wêya qanûnî jî tuneye.
Ya rast, daxuyaniya “Entegrasyona Demokratîk tê wateya tevlîbûna çanda Mezopotamyayê”, di eslê xwe de projeya helandina kurdane di nav “neteweya Tirk” de. Dema ku behsa “Entegrasyonê” tê kirin, mafê dewletbûnê, mafê federasyonê û mafê çarenivîsê tên binaxkirin. Ev nêzîkatî, daxwazên neteweyîyên kurdan tenê dixe asta “mafên çandî” û “azadiya jinê”, ku ev jî bêyî statuyeke siyasî tenê wekî pirtûkên ser maseyê dimînin.
Sêyemîn xal jî, windabûna di nav xeyalên dîrokî deye. Referansên ji bo “peymana Kadeşê” û “koka Anatolî-Mezopotamyayê”, ji perspektîfa analîza siyasîya nûjen, wekî hewildaneke ji bo revîna ji kêşeyên aktûel tê dîtin. Dema ku gelê kurd li her çar parçeyan ji bo statu, ziman û nasnameya xwe berdêlan dide, pêşkêşkirina çareseriyê di çarçoveya “Entegrasyona Demokratîk” de, pirsgirêkê ji zemîna mafên neteweyî dûr dixe û dixe asta nîqaşên felsefî û sosyolojîk. Ev yek dibe sedem ku enerjiya siyasîya gel were tefandin û daxwazên bingehîn (wekî xwerêveberî û perwerdeya bi zimanê dayikê) di nava “berpirsyariya dîrokîya meclîsê” de werin binaxkirin.
Radestkirina çareseriyê ji “Meclîsa mileta mezina Tirkiyeyê” re, ku heta niha bi dehan parlamenterên kurd avêtine zindanan û îradeya gel bi qeyûman tepeser kiriye, nefsbiçûkiyeke siyasîya herî mezine. Hêviya ku ev meclîs dê “çarçoveyeke qanûnî” amade bike, nîşan dide ku Ocalan û heyeta Îmraliyê ji rastiya Kolanên Kurdistanê qut bûye.
Di encamê de, daxuyaniya 31’ê Adara 2026’an, di şûna ku bibe bangeke ji bo rizgarî û azadiyê, bêtir wekî manîfestoya “teslîmyeteke bi şêwazê demokratîk” xuya dike. Ev zimanê ku “ewlehiya Anatoliyê” di ser mafê çarenivîsa kurdan re digire, di rastiyê de xizmetê ji berdewamiya statukoya netewe-dewletê re dike. Heta ku bingeheke hiqûqîya navdewletî neyê avakirin û statuyeke siyasîya fermî (federasyon, otonomî yan serxwebûn) nebe hedefa bingehîn, nîqaşên li ser “komara demokratîk” dê tenê wekî amûreke demajoyî ji bo domandina desthilata navendî bimînin. Ev daxuyanî, ji bilî dirêjkirina temenê krîza heyî û bêhêzkirina destkeftiyên kurdan, tu perspektîfeke şênbera azadiyê pêşkêş nake.
Gelê kurd sedsalekîye berdêlên giran dide ne ji bo ku bibe “beşekî demokratîkê komarê”, lê ji bo ku bibe xwedî statu û vîna xweya serbixwe. Yên ku dixwazin “têkiliya erênîya bi dewletê re” bi her bihayî ava bikin, bila bizanibin ku dewlet tenê dema ku neçar bimîne “aştiyê” dike. Ev zimanê nerm û tirsonek, dewletê ber bi demokrasiyê ve nabe, lê tenê temenê zilma dewleta Tirk li ser gelê kurd dirêj dike.