Iraqçî ji Fîdan re: Em rêzê li yekparçeyiya axa Tirkiyeyê digirin

Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Iraqçî, îro Sêşemê 31ê Adara 2026an, bi rêya telefonê bi hevtayê xwe yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re axivî. Iraqçî di peywendiyê de peyamên “cîrantiya baş” dan, lê di heman demê de li dijî Amerîkayê hişyariyên tund nîşan dan.
Iraqçî tekez kir ku welatê wî pabendî parastina yekparçeyiya axa Tirkiyeyê ye û nûçeyên derbarê avêtina mûşekên Îranê bo nav axa Tirkiyeyê wekî “bêbingeh” red kirin. Ev daxuyaniya Iraqçî di demekê de hat ku NATOyê ragihand ku wan mûşekeke balîstîk a Îranê ku ber bi axa Tirkiyeyê ve dihat, pûç kiriye. Li gorî NATOyê, ev mûşeka çarem e ku ji destpêka şerê herêmî ve tê astengkirin.
Iraqçî got ku Îran pabendî bingehên cîrantiya baş e û rêzê li sînorên Tirkiyeyê digire. Her wiha wezîrê derve yê Îranî gefên Waşingtonê yên li ser jêrxaneya enerjiyê ya Îranê şermezar kirin û ew wekî binpêkirina qanûnên navneteweyî bi nav kirin.
Tevî redkirina Tehranê, NATO tekez dike ku mûşekên Îranê sînorên endamekî wê (Tirkiye) dikin hedef û pergala parastinê ya hevpeymaniyê di amadebaşiyê de ye.
Ev trafîka dîplomatîk nîşan dide ku rageşiya leşkerî ya li qadê, tevî peyamên nerm ên dîplomatîk, di asteke herî bilind de berdewam dike.