Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê: Ji bo Ocalan xaniyekî taybet nayê çêkirin

Ocalan-wezire-dad-net

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akîn Gurlek derbarê nûçeyên “li Îmraliyê ji bo Ocalan xanî tê çêkirin”  got, “Tiştekî wiha nîne.”

Akîn Gurlek beriya civîna koma AK Partiyê ya li Parlamentoya Tirkiyeyê pirsên rojnamegeran bersivandin.

Rojnamegeran li ser daxuyaniya Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê ya “Li Îmraliyê ji bo Ocalan xanî tê çêkirin” pirsek kir.

Gurlek li ser vê mijarê wiha axivî: “Tiştekî wiha nîne. Li wir kampuseke îdarî heye, Ji ber ku kampuseke îdarî ye, dibe ku li gorî pêwîstiyê avahiyên nû tên çêkirin lê tiştekî wekî çêkirina xaniyekî taybet nîne.”