Trump Mercê Agirbestê ji bo Îranê Eşkere Kir: Veger bo “Serdema Kevirîn” an Vekirina Tengava Hurmizê

Trump Mercê Agirbestê ji bo Îranê Eşkere Kir: Veger bo "Serdema Kevirîn" an Vekirina Tengava Hurmizê

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump, peyamek tund û hişyariyek nû arasteyî serokatiya nû ya Îranê kir. Trump ragihand ku Rêberê nû yê Îranê daxwaza agirbestê kiriye, lê wî şertekî giran daniye pêşiya Tehranê: Vekirina bilez û bê şert a Tengava Hurmizê.

Serok Trump îro Çarşemê, 1ê Nîsana 2026an, li ser platforma “Truth Social” daxuyaniyek weşand û tê de eşkere kir ku Rêberê nû yê Îranê, Mucteba Xameneyî, daxwaza agirbestê ji Washingtonê kiriye. Trump di nirxandina xwe de diyar kir ku Xameneyî yê kur li gorî serokên berê “zîrektir û kêm-tundrê” xuya dike, lê destnîşan kir ku ev yek helwesta Amerîkayê ya li ser ewlehiya deryayî naguherîne.

Trump di peyama xwe de bi zimanekî tund gef xwar û got: “Heta Tengava Hurmizê ji bo hatûçûna azad a keştiyan neyê vekirin, êrîşên me dê berdewam bikin.” Serokê Amerîkayê hişyarî da ku heke Îran vê daxwazê cih neyîne, dê welatê wan bi temamî were wêrankirin û “vegere serdema kevirîn.”

Ev geşedan di demekê de ne ku herêm di nav agirekî mezin de ye. Di 28ê Sibata 2026an de, hêzên Amerîka û Îsraîlê operasyoneke hevbeş a berfireh li dijî Îranê pêk anîbûn. Di encama wan bombebaranan de, Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xameneyî û hejmarek zêde ya fermandarên pilebilind hatibûn kuştin.

Piştî vê derbeya giran, Îranê bi mûşek û dronan êrîşî Îsraîl û baregehên Amerîkayê yên li herêmê kir û di pêngaveke stratejîk de Tengava Hurmizê li rûyê bazirganiya cîhanê girt, ku ev yek bû sedema krîzeke mezin a enerjiyê.

Di çarçoveya vê şerê herêmî de, paytexta Herêma Kurdistanê, Hewlêr, gelek caran bûye armanca mûşek û dronên Îranê. Lê belê, li gorî zanyariyan, sîstemên berevaniya asmanî yên li Herêma Kurdistanê karîne hemû êrîşên asmanî yên Îranê pûç bikin û nehêlin zirarên mezin bigihin herêmê.

Trump beriya niha 48 saet wekî muhlet dabû Tehranê ji bo vekirina Tengava Hurmizê. Bi vê peyama dawî re, eşkere dibe ku Washington amade nîne ji bo ti agirbestekê tawîzan bide, heta ku şerê aborî û deryayî yê li Kendavê bi dawî nebe.