Desthilata Derewan: 4ê Nîsanê û Ocalan

Rastî û derew du ji têgehên herî nakok ên jiyanê ne. Ev her du têgeh di tevahiya pêvajoya civakîbûna mirovan de bi berdewamî di nav pevçûnê de ne. Pir balkêş e ku her çend rastî her tim hebe jî, derew pir caran bêtir geş û eşkere ne; her wiha gelek bikirên (mişteriyên) wê jî hene. Gelo ev ji karakterê ontolojîk ê derewê tê an jî ji karakterê ontolojîk ê civakê ye? Ev yek bixwe mijareke nîqaşê ye.
Lê dîrok destnîşan dike ku dereweke baş hatî avakirin, dikare xwe wekî rastî nîşan bide. Dîroka mirovahiyê tijî derewên ku wekî rastî hatine pênasekirin e; derewên ku bandoreke fikrî çêkirine û mixabin girseyan jî para xwe jê girtiye. Di nav vê dîroka tije derew de, para Kurdan jî bi giranî Abdullah Ocalan e.
Kesayetiya siyasî ya Abdullah Ocalan û pêvajoyên pêşketina wî pir caran têne analîzkirin, lêbelê derûniya (psîkolojiya) wî kêm caran tê lêkolînkirin. Di bingeh de, rastî ev e ku heke hûn kesayetiya Ocalan û çîroka jiyana wî ya 77 salan tebeqe bi tebeqe mîna arkeologekî lêkolîn bikin, hûn ê tebeqeyên li ser derewan hatine avakirin bi zelalî bibînin. Rastî ev e ku Ocalan di veguherandina van derewan bo çîrokên herêmî, domandin û rêxistinkirina wan de pir serketî ye. Bi rastî, kes çîroka jiyana rastîn a Ocalan nizane; ji ber ku rastiyek tune ye, jiyaneke Ocalan heye ku li gorî şert û mercan hatiye vehandin.
Mînak, îro “rojbûna wî” tê pîrozkirin. Di rastiyê de kes rojbûna Ocalan nizane; ne ew bixwe dizane, ne jî diya wî dizanibû. Di sala 1996an de, dema ku komek jinên ciwan ên li mala Ocalan dimînin jê dipirsin: “Rojbûna te kengî ye?”, Ocalan bersiv dide: “Di nasnameya min de 10ê Nîsanê hatiye nivîsandin, lê ez tam nizanim.” Lê wan jinan got: “Serokê min, heyva Nîsanê heyva vejînê ye, em rojbûna te wekî 4ê Nîsanê pîroz bikin” û di 4ê Nîsanê de ji bo pîrozkirinê kêk kirîn. Ji ber vê yekê, pîrozkirina rojbûna Ocalan, ku PKKê van rojan veguherandiye rîtueleke pîroz, dîrokeke ku ji hêla komek keçên bûrjûwayên piçûk ve hatiye îcadkirin da ku dilê Ocalan pê xweş bikin. Ocalan bixwe jî dizanibû ku ev dîrok derew e, lê di sala 2002an de talîmat da û got: “Rojbûna min pîroz bikin.” Hûn “rêberekî” xeyal bikin ku heta rojbûna xwe jî li ser derewan ava kiriye.
Dema rojbûna wî derew be, tevahiya jiyana wî jî wekî ku li ser derewan hatibe avakirin xuya dike. Lawaziya herî mezin a Ocalan ew e ku her tim li ser wan xalan rexneyan li derdora xwe dike. Binêrin, ew her tim li ser jinan diaxive û hemû mêran wekî li hemberî jinê “lawaz” rexne dike. Lê ew bi xwe dema ku dor tê ser jinan, di nav lawaziya herî mezin de dijî. Wî Fatma Yildirim (Kesîre), ku hezkiriya hevalê wî yê herî nêzîk Elî Heydar Qeytan bû, neçar kir ku pê re bizewice. Paşê jî wî xiyanet li Kesîreyê kir. Ew kesek e ku tacîzî bi dehan gerîlayên jin kiriye. Ev ne çîrokek an jî reşkirinek e, ev rastî ye.
Ew her tim li ser hevaltiyê diaxive, lê di dîroka şoreşên cîhanê de tu şoreşgerî bi qasî Ocalan hevalên xwe nekuştine. Wî her kes bi xayîntî û ajantiyê tawanbar kir. Lê ji bilî wî, tu rêberê din ê Kurdan dema hat girtin negot: “Ez dixwazim xizmeta dewleta xwe bikim.”
Ocalan ne tenê “rêberekî li ser derewan hatiye avakirin” e, di heman demê de kesek e ku xwe ji gel, dîrok, Kurdistan û dozê mezintir dibîne. Ocalan kesekî megaloman e. Ji bo wî, gel ne armancek bi serê xwe ye, lê amûrek e ji bo bilindkirina serokatiya wî. Bi heman awayî, kesên ku wekî şehîd dikevin jî hêzek in ku “pîroziya” wî zêde dikin. Ji bo megalomanekî, gel ne civateke ku hewcedarê azadiyê ye, lê qerebalixek e ku serokatiya xwe pê rewa dike. Ji bo Ocalan, pirsgirêka Kurd tenê hincetek bû ku girseyan li dora xwe kom bike. Rastî ev e ku Ocalan qet ne xwediyê xemeke bi navê Kurdistanê bû.
Tiştê herî girîng ku mirov dikare li ser jiyana Abdullah Ocalan bibêje ev e: Ocalan silsileya derewan e. Bûyerên wî derew in, kesayetiya wî derew e, daxuyaniyên wî derew in. Pirsgirêka Ocalan ne ew e ku wî tişt fêm nekirine an jî xelet fikirî ye; pirsgirêka wî ew e ku wî derewên xwe wekî rastî birêxistin kirine.
Ji ber vê yekê 4ê Nîsanê ne tenê mijara rojbûnekê ye; 4ê Nîsanê şûna heqîqetê girtina derewê ye. Ew dîrokeke bi derewan çêkirî, çîrokeke rêxistinkirî û xapandina gel e. Di encamê de, 4ê Nîsanê ne tenê dîrokeke derewîn e, sazkirina pergala derewan e. Serkeftina herî mezin a Ocalan ne azadkirina gelekî ye, lê veguherandina derewa xwe ye wekî çarenûsa gelekî.