Trump: Efserê bi Pileya Kolonel ji Nav Axa Îranê Hat Rizgarkirin

Trump: Efserê bi Pileya Kolonel ji Nav Axa Îranê Hat Rizgarkirin

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Donald Trump, bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên taybet ên Amerîkayê di operasyoneke “dîrokî û wêrek” de, efserêkî pilebilind (Kolonel) ji kûrahiya axa Îranê rizgar kiriye.

Li gorî peyama ku Trump li ser platforma Truth Social belav kiriye, ev efserê Amerîkayî li herêmên çiyayî û asê yên Îranê, li pişt xetên dijmin asê mabû. Trump diyar kir ku efser di bin şopandina hêzên neyar de bû, lê bi hevahengiya Fermandariya Giştî û bi piştgiriya bi dehan balafirên şer ên pêşkeftî, di operasyoneke hûr û kêmwêne de hat rizgarkirin.

Trump derbarê rewşa efser de got, “Ez gelek kêfxweş im ku ragihînim efserê me niha biselamet e. Her çend hinek birînên wî hebin jî, lê rewşa wî ya tenduristiyê baş e.”

Trump eşkere kir ku ev serkeftina duyemîn e di nava 48 saetan de. Wî da zanîn ku duhî jî balafirvanekî din ê Amerîkayî hatibû rizgarkirin, lê ji bo parastina ewlehiya operasyona duyemîn, nûçeya yekem hatibû veşartin.

Serokê Amerîkayê bal kişand ser şiyana leşkerî ya welatê xwe û destnîşan kir ku ev operasyon bêyî ku tu ziyanek bigihîje serbazên Amerîkayî bi dawî bûne. Trump ev yek wekî nîşaneya “serweriya temam a asmanî ya Amerîkayê li ser esmanê Îranê” pênase kir.

Di dawiya peyama xwe de, Trump bang li hemû welatiyên Amerîkayê, ji her du partiyên Demokrat û Komarî kir, ku bi hêzên xwe yên çekdar şanaz bin û ragihand, “Me artêşa herî pîşekar a cîhanê heye.”

Trump her weha di peyama xwe de Cejna Qiyameyê (Easter) li gelê xwe pîroz kir.