Rewşa şerê di navbera Emerîka-Îsraîl û Îranê de piştî 5 hefteyan

US-Iran-Military-Conflict-net

Şerê di navbera Emerîka-Îsraîl û Îranê de, di 28ê Sibatê 2026an de bi êrîşên hewayî yên mezin ên Emerîka û Îsraîlê (bi navê “Operation Epic Fury”) dest pê kir. Armanca sereke: têkbirina bingehên nukleerî, mûşekên balîstîk, parastina hewayî û serkirdayetiya Îranê bû. Di êrîşa destpêkê de, Serokê Bilind ê Îranê Alî Hameney û çend serkirdeyên din hatin kuştin. Ev bû sedema hilbijartina Mojtaba Hameney wekî serokê nû yê bilind (8ê Adarê).

Îran bersiv da, bi sedan mûşek û hezaran dronên li ser Îsraîl, bingehên Emerîkî li herêmê û hin welatên Kendavê. Hizbûllah li Lubnanê, Husîyên Yemenê û beşek ji Haşdî Şabî (milîsên Şîî yên Iraqê) jî tevlî bûn û êrîşên xwe berfireh kirin. Şer niha “teknîkî” dimeşe: Bombebaranên hewayî yên domdar û bibandor, ji aliyê Emerîka-Îsraîlê ve û bersivên mûşekî-dronekî ji aliyê Îran û hevalbendên wê ve didome.

Heta niha:

Mirî li Îranê: Zêdetirî 2,000 kes (leşker û sivîl).

Li Îsraîlê: Nêzî 50 mirî (sivîl û leşker).

Li herêmê (Lubnan, Kendav): Bi sedan mirî û milyonan koçber.

Li Başûrê Kurdistanê: Zêdetirî 630 mûşek û dron hatine avêtin, bi dehan sivîl mirî û birîndar, ziyan li bingehên enerjiyê, balafirgehan û deverên sivîl. Êrîş bi taybetî li ser Hevlêr, Duhok û Silêmaniyê berfireh dimeşin.

Şer hîn dom dike. Hin analîst dibêjin, ” ev şer di demek nêzîk de ne mukûne ku bidawê were.”

  1. Hêlên Stratejîk ên Herêmî

Hevalbendên Îranê: Hizbûllah li Lubnanê êrîşên mûşekî li ser Îsraîlê zêde kiriye, lê zirarên mezin dîtine. Husîyên Yemenê êrîşên dûr li ser Îsraîlê kirine û dibe ku Tengava Bab el-Mendebê jî bigirin. Haşdî Şabî li Iraqê bi taybetî Başûrê Kurdistanê dike armanc (ji mebesta hebûna hêzên Emerîkî li herêmê). Ev stratejiya “firehkirinê” ya Îranê ye: şerê rasterast kêm bike, lê bi proxyan bandorê fireh bike.

Bandora li ser Başûrê Kurdistanê: Êrîşên Îran û milîsên wê zirarên mezin dane aborî, enerjiyê û sivîlan. Ev yekê rewşa Kurdistanê xerabtir dike; ji ber ku ew devera sereke ya hebûna hêzên Emerîkî li Iraqê û başûrê Kurdistanê wek sebeb didin nîşan. Ziyana li ser petrol û bingehên din bandorê li aboriya herêmî dike.

Piştgiriya Navneteweyî: Çîn û Rûsya piştgiriya îstîxbaratî, teknîkî û siyasî didin Îranê. Ew ditirsin ku têkçûna Îranê derfetên mezin bide Emerîka û Îsraîlê ji bo kontrola xetên enerjiyê û bandora li ser herêmê. Ew nahêlin Îran bi temamî têk biçe, lê rasterast tevlî şer nabin.

  1. Rewşa Aborî

Tengava Hurmuzê (ku %20ê petrola cîhanê jê derbas dibe) ji 4ê Adarê ve bi bandor hatiye girtin. Îran gefan li keştiyan dike û hin keştî hatine armanckirin. Ev bûye sedema mezintirîn qutbûna dabînkirina petrolê di dîrokê de:

-Bihayê petrolê (Brent) derbasî 120 dolarî bûye.

-Hilberîna petrolê ya Kendavê kêm bûye (bi milyonan bermîl rojane).

-Bandor li ser madeyên kîmyewî, xwarin û veguhestinê jî heye (bihayên gubreyê %50 zêde bûne).

Aboriya cîhanê di bin bandorê de ye: enflasyon, qutbûna dabînkirinê, ziyan li sektora hewayî û bazirganiyê. Ger şer dirêj bibe, bandor wê duqat-sêqat bibe.

Ev yek nîşan dide ku Îran hê jî xwedî hêze û wê liberxwe bide û rehet teslîm nabe.

  1. Hêza Berxwedanê ya Îranê

Civaka Îranê ya 47 salî ya îdeolojîk û fenatîk e. Di Şerê 8-salî yê Îran-Iraqê de jî ev fenatîzm (bi propagandayê û amadekariya ji bo mirinê) hate dîtin. Îranê çekên pêşketî (mûşek, dron) bi dest xistiye û hê jî stokên wê yên girîng mane. Tevî bombebaranên domdar, ew dikare bersivên domdar bide.

Piştgiriya Çîn-Rûsyayê (îstîxbarat û teknîk) alîkariya wê dike ku li ber xwe bide. Rejîm bi propagandayê û kontrola navxweyî xwe diparêze. Lê ziyanên mezin (mirî, ziyana aborî, têkbirina bingehên nukleerî û hêlên rêveberîyê) hene.

  1. Armancên Emerîka (û Daxûyaniyên Trump)

Daxûyaniyên Trump roj bi roj hevûdu nagirin: Carekê dibêje “armancên stratejik nêzî temamiyê ne” an “me Îran têk bir”, carekê gefan li enerjiya Îranê dixwe, ger Tengava Hurmuzê veneke. Ev yek stratejiyan tevlihev dike.

Armancên muhtemel:

-Têkbirina bernameya nukleerî û mûşekî.

-Qelskirina rejîmê (ne guhertina tam).

-Vekirina Tengava Hurmuzê.

-Piştgiriya Îsraîlê.

Hin çavkanî dibêjin armanca destpêkê guhertina rejîmê bû, lê niha ber bi “qelskirina rejîmê” ve diçe da ku gelê Îranê bi xwe rabûbe. Lê ev yek xetereke mezin e û ne garantî ye.

  1. Egerîya Hilweşandina Rejîmê û Metodên Hilweşandinê

Egerîya bilind nîne: Rejîm xurt e di warê îdeolojîk û ewlehiyê de. Tevî kuştina serkirdeyan, sazûmaniya nû hate avakirin. Fenatîzm û piştgiriya navxweyî (bi taybetî di nav pasdaran de) berxwedanê zêde dike. Guhertina rejîmê bi êrîşên hewayî tenê zehmet e; pêwîstî bi serhildana navxweyî heye, lê ev jî ne hêsan e.

  • Metodên muhtemel:

    • Berdewamiya bombebaranê ji bo qelskirina aborî û leşkerî.

    • Piştgiriya siyasî û aborî ji bo serhildanên navxweyî.

    • Danûstandinên dîplomatîk (bi şertên hişk: rawestandina nukleerî, vekirina Tengavê).

    • Qelskirina proxyan (Hizbûllah, Husî, Haşd).

Trump niha, metoda herî realîst “qelskirina rejîmê” dibîne, ne hilweşandina tam. Hilweşandina tam dikare bibe sedema kaosê, koçberiya mezin û derfetên nû ji bo komên din (wekî DAIŞê an bandora Rûsya-Çînê).

Lê ku hilweşandinek tam nedin berxwe, ne mumkûne ku tehdîdên Îranê û proxiyên wê, li ser herêmê û Îsraîlê bidawî werin. Îran di demek kurt de xwe bi serhevde tîne û carek din Bereya îslamî çalak dike, İraqê wek proxsiyek xwe bikar tîne.

Encam û Nêrîna Giştî

Şer di qonaxa xwe ya hefteya pêncan de ye û hêj nîşana dawîbûnê nîne. Îran bi stratejiya firehkirinê û girtina Tengavê kar dike, ku bandorê li aboriya cîhanê bike û demê bistîne. Emerîka-Îsraîl di warê leşkerî de serdest in, lê armancên siyasî ne zelal in û daxûyaniyên Trump tevlihevî çêdike.

Bandora li ser Başûrê Kurdistanê xerab e û divê were kêmkirin. Piştgiriya Çîn-Rûsyayê şer dirêj dike. Di van rojên dawî de Trump; çareseriya herî baş di dîplomasî ye de dibîne, bi şertên hişk,lê Îran nêzîkî danûsetndinan nabe. Wê şer bidome. Di nêzîk de bêdawîbûna şer xuya nake û wê aboriya cîhanê û herêmê wêran bike.