Mesrûr Barzanî: Divê nifşên me bizanibin ku destkeftiyên me yên niha ne bi hêsanî hatine bidestxistin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di 38emîn salvegera karesata Enfalê de peyamek weşand û ragihand, ev jenosîd yek ji hovtirîn operasyonên qirkirina nijadî bû ku li dijî gelê Kurdistanê hat kitin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 14ê Nîsanê bi boneya salvegera operasyonên qirkirinê yên “Enfalê” peyamek belav kir û tê de destnîşan kir, ev karesat bû sedema şehîdbûn û windabûna bi hezaran mirovên bêgunah û xapûrkirina bi hezaran gundên Kurdistanê.
Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî:
Operasyonên bednav ên Enfalê, yek ji hovtirîn pêngavên qirkirina nijadî û jenosîdê bûn ku ji aliyê rejîma berê ya Iraqê ve li dijî gelê Kurdistanê hatin kirin. Ev karesat bû sedema windabûn û şehîdkirina bi hezaran xelkê bêgunah ê Kurdistanê û wêrankirina bi hezaran gundên me.
Pêwîst e ev jenosîd û komkujiyên ku li dijî gelê Kurdistanê hatine kirin, her tim di bîra me de bimînin. Divê nifşên me bizanibin ku destkeftiyên me yên niha ne bi hêsanî hatine bidestxistin û kesî wek xêr nedaye me; belkû ev destkeftî berhema xebat û xwîna bi hezaran şehîdên serbilind ên Kurdistanê ne.
Di vê salvegerê de, em careke din tekez dikin ku divê hikûmeta Iraqê berpirsiyariya xwe ya exlaqî û destûrî bicih bîne û bi awayekî şayeste malbat û kesûkarên şehîd û Enfalkiriyên Kurdistanê qerebû bike.
Di 38emîn salvegera Enfalê de, silav li giyanê pak ê qurbaniyên Enfalê û hemû şehîdên Kurdistanê be.”