Pêşmergeyeke Rojhilat bi êrişa Pasdaran şehîd bû

Xezal-Mewlan-Net

Pêşmergeyeka Rojhilat bi êrişa êvara duh a Supayê Pasdaran a li ser kampa Sûrdaş a li parêzgeha Silêmaniyê şehîd bû.

Kampa Sûrdaş a li sînorê parêzgeha Silêmaniyê, êvara duh roja Sêşemê 14ê Nîsana 2026an, rastî êrişeke dronî ya Supayê Pasdarên Îranê hat û di encamê de pêşmergeya Komelê ya bi navê Xezal Mewlan şehîd bû.

Xezal Mewlan ji bajarê Mehabadê ye û endama Hizba Komelê ya Kurdistana Îranê bû. Êvariya roja 14ê Nîsana 2026an bi êrişa dronî ya Supayê Pasdaran li ser kampa Sûrdaş a li parêzgeha Silêmaniyê bi giranî birîndar bibû, paşê şehîd bû.

Hat ragihandin Ku du pêşmergeyên din jî di wê êrişê de birîndar bûne, lê rewşa wan cîgir e.

Ev êriş di heftemîn roja agirbesta di navbera Îran, Îsraîl û Amerîkayê de hat encamdan. Ji destpêka şer ve Supayê Pasdaran çendîn caran êrişî kampên Rojhilat li nav axa Herêma Kurdistanê kiriye.