Li Mereşê karesat: Di êrîşa li ser dibistanê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li bajarê Mereşê, di encama êrîşeke çekdarî ya li ser dibistanekê de, karesateke mezin rû da. Li gorî agahiyên fermî, di vê bûyera dilsoz de mamosteyek û 3 xwendekar hatin kuştin, 20 kesên din jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku êrîşkarê 14 salî piştî çalakiyê dawî li jiyana xwe aniye.
Parêzgarê Mereşê, Mukerrem Unluer, derbarê bûyera ku îro 15ê Nîsanê qewimî de daxuyaniyek da û piştrast kir ku di encama gulebarana bêserûber de 4 kesan jiyana xwe ji dest dane. Unluer diyar kir ku di nav 20 birîndaran de rewşa hinek xwendekaran giran e û li nexweşxaneyên bajêr dermankirina wan di bin çavdêriya bijîşkî de berdewam dike.
Li gorî lêkolînên destpêkê, êrîşkar xwendekarê pola 8emîn ê heman dibistanê ye. Hat tespîtkirin ku gumanbarê 14 salî bi amadekarîyeke mezin, bi 5 çekan û 7 şarşjoran ketiye avahiya dibistanê. Hat ragihandin ku êrîşkar rasterast du polên pola 5emîn hedef girtine û piştî êrîşê bi çekekê dawî li jiyana xwe aniye.
Piştî vî nûçeyê ku Tirkiye hejand, rayedarên payebilind ketin tevgerê. Wezîrê Karên Navxweyî Mustafa Çîftçî û Wezîrê Perwerdehiyê Yusuf Tekîn, ji bo ji nêz ve lêkolînkirina bûyerê û piştgirîkirina malbatên qurbaniyan ber bi Mereşê ve bi rê ketin. Tê payîn ku piştî lêkolînan daxuyaniyeke berfirehtir ji bo raya giştî bê dayîn.
Ev karesat tenê 24 saet piştî êrîşeke dişibe vê ya li Sêwerega Ruhayê rû da. Duh jî li Sêweregê xortekî 19 salî êrîşî dibistana xwe ya berê kiribû û mamosteyek kuştibû. Dubarebûna van êrîşên çekdarî di navendên perwerdehiyê de, di nav malbat, xwendekar û civakê de bûye sedema nîgaraniyek mezin û nîqaşên li ser ewlehiya dibistanan careke din anî rojevê.