Li Kobanê “Ciwanên Şoreşger” keçeke 13 salî revand: Dayika wê gefa şewitandina xwe xwar

Li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê, nûçeyên revandina zarokekê ji aliyê rêxistina “Ciwanên Şoreşger” ve, bû sedema nerazîbûneke mezin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî, keça bi navê Nadiya Îbrahîm Şêx Mihemed (13 salî), beriya çend rojan hatiye revandin û heta niha çarenivîsa wê ne diyar e.
Piştî ku malbata zarokê daxwaza vegerandina keça xwe kir, rageşî di navbera wan û rêxistinê de derket. Hat ragihandin ku dayika Nadiyayê, Efaf Neesan, ji bo şermezarkirina revandina keça xwe gefa “şewitandina bedena xwe” xwariye. Her wiha hat diyarkirin ku endamên rêxistinê êrîşî bavê zarokê û endamên din ên malbatê kirine û li wan xistine.
Dayika zarokê di vîdyoyekê de ku li ser torên civakî belav bûye, bang li Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî, saziyên mafên mirovan û parêzvanên mafên zarokan kir ku destwerdaneke lezgîn bikin da ku keça wê vegere malê.
Ev bûyer di demekê de ye ku di sala 2019an de, Mazlûm Ebdî û nûnera Neteweyên Yekbûyî (NY) Virginia Gamba planeke çalakiyê îmze kiribûn. Li gorî wê peymanê, diviyabû leşkerkirina zarokên bin 18 saliyê bi dawî bibe û zarok ji çalakiyên serbazî dûr bikevin. Lê revandina zarokan nîşan dide ku ev peyman li ser erdê nayê bicîhanîn.
Çavdêrên herêmî balê dikşînin ser wê yekê ku ev revandin wekî parçeyek ji polîtîkayeke berfireh tê meşandin. Tê gotin ku armanc ew e ku zarokên di temenê piçûk de ji malbatên wan bên qutkirin û di bin navê “perwerdehiya bîrdozî” de, ji bo beşdarbûna nava refên çekdarî bên amadekirin.
Malbata Nadiya Îbrahîm Şêx Mihemed daxwaz dike ku keça wan di zûtirîn dem de bê berdan û berpirsên vê bûyerê bên darizandin.