Serok Barzanî: Em karesatên bi serê gelê me de hatine tu carî Ji bîr nakin

Serok Mesûd Barzanî, îro 16ê Nîsanê di 39emîn salvegera kîmyabarankirina devera Balîsan, Şêx Wesanan û Dolê Xoşnawetî de peyameke sersaxiyê û bibîranînê weşand. Serok Barzanî di peyama xwe de tîrêj xist ser hovîtiya rejîma berê ya Iraqê û ragihand ku ew karesatên li dijî gelê Kurdistanê hatine kirin, di bîra neteweyî de zindî ne.
Serok Barzanî destnîşan kir ku tawanên di 16ê Nîsana 1987an de hatine kirin, destpêka proseya kîmyabarankirina welatiyên sivîl û berdewamiya siyaseta tûnekirina gelê Kurd bû. Di peyamê de hat diyarkirin ku di encama vê êrîşa kîmyawî de hejmareke zêde ya xelkê bêguneh bûne qurbanî û birîndarên karesatê jî rûbirûyê hovîtiyeke bêwêne bûne.
Di beşeke din a peyamê de, Serok Barzanî bal kişand ser qedera birîndarên wê karesatê û eşkere kir ku rejîma berê tenê bi kîmyabaranê ranewestiyaye; bi dehan birîndar piştî girtinê, bi awayekî nemirovî û bi saxî hatine binaxkirin. Ev yek wekî nîşaneya lûtkeya bêrehmî û dijminatiya li hemberî mafên mirov û gelê Kurdistanê hat binavkirin.
Serok Barzanî di dawiya peyama xwe de, silav ji bo giyanê pak ê şehîdên Balîsan, Şêx Wesanan û tevahiya şehîdên Kurdistanê şandin. Barzanî hevxemiya xwe ji bo malbat û kesûkarên qurbaniyan nû kir û tekez kir ku êşa van tawanan her tim di dilê wan de dimîne û ti carî nayê jibîrkirin.