Çeteyên PKK’ê “Ciwanên Şoreşger” keçeke 15 salî revand

Çeteyên PKK’ê "Ciwanên Şoreşger" keçeke 15 salî revand

Li bajarokê Amûdê yê ser bi parêzgeha Hesekê ve, keçeke kêmtemen a bi navê Zeyneb Mihemed Nûreddîn (15 salî) ji aliyê koma “Ciwanên Şoreşger” ve hat revandin. Hat ragihandin ku ev bûyer di 1ê Nîsana 2026an de qewimiye û heta niha çarenivîsa zarokê ne diyar e.

Zeyneb Mihemed Nûreddîn ku bi eslê xwe xelkê Efrînê ye, jiyana wê bi koçberî û êşan derbas bûye. Di sala 2018an de, dema ku artêşa Tirkiyeyê û komên çekdar Efrîn dagir kirin, malbata wê berê xwe da herêma Şehbayê ya parêzgeha Helebê. Piştî hilweşîna rejîma Sûriyeyê, malbat careke din koçber bû û çû bajarokê Tebqayê. Di destpêka sala 2026an de, ji ber şer û alozîyên di navbera HSD û Hikûmeta Sûriyeyê ya Demkî de, malbat neçar ma ku li bajarokê Amûdê bi cih bibe.

Hûrguliyên balkêş nîşan didin ku malbata Zeynebê bixwe alîgirên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ne. Hat diyarkirin ku birayê Zeynebê yê bi navê Henan, niha wekî endamekî çalak di nava saziya Asayîşê ya girêdayî PYDê de kar dike. Tevî vê yekê jî, keça malbatê ji aliyê rêxistina “Ciwanên Şoreşger” ve hatiye birin, ku ev yek nîşan dide rêxistina navborî di revandina zarokan de ferqê naxe navbera alîgirên xwe û aliyên din.

Revandina Zeynebê di demekê de ye ku bangên navneteweyî ji bo rawestandina çekdarkirina zarokan li herêmê zêde bûne. Malbatên Efrînî yên ku ji ber şer û dagirkeriyê malên xwe terikandine, niha li deverên cuda rûbirûyî metirsiya revandina zarokên xwe dibin. Çavdêrên mafên mirovan balê dikişînin ser vê yekê ku revandina zarokan di bin navê “şoreşgeriyê” de, derbeyeke giran li pêşeroja perwerdehî û civakî ya herêmê dixe.