Serok Barzanî: “Divê Kerkûk bibe nimûneya biratî û pêkvejiyanê”

Serok Barzanî: "Divê Kerkûk bibe Nimûneya Biratî û Pêkvejiyanê"

Serok Mesûd Barzanî di hevdîtinekê de ligel Konsulê Giştî yê Rûsyayê li Hewlêrê, peyamên girîng derbarê paşeroja Kerkûkê û rewşa siyasî ya herêmê de dan. Barzanî bi tundî li dijî “peymanên gumanbar” derket û daxwaza parastina îradeya xelkê Kerkûkê kir.

Roja pêncşemê, 16ê Nîsana 2026an, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Konsulê Giştî yê Rûsyayê, Maxim Rubin kir. Di hevdîtinê de, Konsulê Rûsyayê tekezî li ser peywendiyên kûr û dîrokî yên di navbera welatê xwe û Herêma Kurdistanê de kir. Rubin destnîşan kir ku Rûsya girîngiyeke mezin dide pêge û bandora Serok Barzanî ya di navçeyê de û daxwaza welatê xwe ya ji bo bihêzkirina peywendiyên herdu aliyan nîşan da.

Serok Barzanî di dema hevdîtinê de bal kişand ser nakokiyên li herêmê û diyar kir ku Herêma Kurdistanê tu carî alîgirê şer û alozîyan nebûye. Barzanî got: “Em bawer dikin ku tu pirsgirêk bi şer û pevçûnan nayên çareserkirin; divê hemû girêk bi rêya diyalog û dîplomasiyê bên vekirin.” Serok Barzanî her wiha anî ziman ku tevî vê helwesta aştiyane, bi êrîşên mûşekî û dronî “zulmeke mezin” li herêmê hatiye kirin û welatî bûne qurbanî.

Derbarê rewşa parêzgeha Kerkûkê de, Serok Barzanî helwesteke zelal nîşan da û got: “Divê Kerkûk bibe bajarekî ku bibe nimûneya pêkvejiyan û biratiya pêkhateyan.” Barzanî bi taybetî bal kişand ser hewlên siyasî yên li Bexdayê û bi tundî li dijî wan derket û ragihand, “Em bi tu awayî qebûl nakin ku bi rêya dirêjkirina ‘safaqatên gumanbar’ ên Hotel Reşîd, lîstik bi îradeya dengdêran û çarenivîsa Kerkûkiyan bê kirin.”

Serok Barzanî di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) her dem parêzvana mafên hemû pêkhateyan bûye. Barzanî diyar kir ku wan gelek caran ji bo berjewendiya pêkhateyên din û parastina aramiyê, ji mafên xwe û destkeftên xwe feda kiriye, lê ew ê rê nedin ku mafên rewa yên gel werin binpêkirin.