Karesata li Silêmaniyê: Pêşmergeya Birîndar ji Ber ku Nexweşxaneyan Ew Qebûl Nekirin Şehîd Ket

Pêşmergeya jin a bi navê Xezal Mewlan Çaperabad, ku di êrîşeke balafirên bêmirov (ÎHA) yên Îranê de li nêzîkî Silêmaniyê birîndar bibû, şehîd ket. Malbat û berpirsên wê ragihandin ku ji ber ku nexweşxaneyên Silêmaniyê ew qebûl nekirin û dem derbas bû, Xezalê jiyana xwe ji dest daye.
Xezal Mewlan Çaperabad, endama Komeleya Şoreşgera Zehmetkêşên Kurdistana Îranê (Komele) bû. Di êrîşa Îranê ya li ser Kampa Sordaş de, tevî du hevalên xwe yên pêşmerge birîndar bibû. Piştî êrîşê, Xezal bi birîneke giran ber bi navenda bajarê Silêmaniyê ve hat birîn, lê di navbera nexweşxaneyan de dema wê ya zêrîn a manê hat windakirin.
Berpirsê Peywendiyên Hewlêrê yê Komeleyê, Emced Husên Penahî ji saziyên medyayî re ragihand ku Xezal pêşî birine Nexweşxaneya Şoreş a ser bi Wezareta Pêşmerge ve. Li wir midaxileya yekem hatiye kirin, lê ji ber ku cîh nebûye, ew şandine nexweşxaneyên din. Penahî diyar kir ku nexweşxaneyên taybet ên mîna Asya û Bexşîn ew qebûl nekirine û piştî ku gihîştiye Nexweşxaneya Farûq, piştî çend deqîqeyan şehîd ketiye.
Ji aliyê xwe ve nexweşxaneya Bexşînê di bersiva xwe de diyar kir ku li gorî biryara Midûriyeta Tenduristiya Silêmaniyê, nexweşxaneyên taybet nikarin “bûyerên edlî” (yên polîs û asayîşê) qebûl bikin bêyî ku nivîseke fermî ya ewlehiyê ligel be. Ji aliyê din ve, Nexweşxaneya Asyayê îdîa kir ku nexweşê wisa qet nehatiye ber deriyê wan.
Midûrê Tenduristiya Silêmaniyê Dr. Sebah Hewramî diyar kir ku pêşmergeya şehîd nehatiye birin bo nexweşxaneyên giştî yên ser bi Wezareta Tenduristiyê ve. Hewramî destnîşan kir ku nexweşxaneyên mîna Şoreş (ser bi Wezareta Pêşmerge) û nexweşxaneyên taybet di bin semsara wan de nîn in û berpirsiyariya wan cuda ye.
Ev bûyer di nav raya giştî de bûye sedema nerazîbûneke mezin, bi taybetî li ser mijara ewlehî û tenduristiya pêşmergeyên ku ji Rojhilatê Kurdistanê koçberî Başûr bûne.