Îranê cezayê sêdarkirinê li ser 3 girtiyên Kurd birî

Rejîma Îranê cezayê darvekirnê li ser sê girtiyên Kurd birî bi behaneya ku tevlî xwepêşandanên salên raboory yên li Rojhilatê Kurdistanê bûne.
Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan ya Îranê sê girtiyên Kurd yên li girtîgeha Bukanê ya li Rojhilatê Kurdistanê têne ragirtin ji aliyê rejîma Îranê ve bi cezayê darvekirnê hatin cezakirin. Li gorî vê yekê cezayê darvekirnê li Reûf Şêx Ehmedî, Mihemed Feracî û Muhsin Îslamgah hate birîn.
Li gorî vê yekê dadgehê bi sûça “dijminatiya li xwedê” û xerabkariya li ser rûyê erdê” cezayê darvekirnê li wan briye.
Hate raghandan ku Şêx Ehmedî di 26ê Kanûna 2022ê da li Bukanê hate binçavkirn, piştre ew birn navenda îstîxbaratê ya li Urmiyeyê û li vê derê bi qasî pênc meh û nîvan agahî jê nehate wergirtin. Hate gotin, Mihemed Feracî jî 11ê Çileyê 2023ê demeke kurt piştî binçavkirnê birn heman navendê.
Muhsên Îslamgah jî ku dema hate binçavkirn 16 salî bû birn yekineya îstîxbaratê ya li Urmiyeyê û 40 rojî agahî jê nehate wergirtin, piştre ew birn girtîgeha Bukanê.
Parêzvanên mafên mirovan dibêjin, hersê girtî di binê çavan de bi êşkenceyê û zorê îfadeya wan hatiye wergirtin.