Ciwanên Şoreşger keçeke din ya 16 salî revandin û dayîka wê bangî Mazlûm Ebdî dike

Çeteyên Ciwanên Şoreşger yên girêdayî PKKê keçeke din ya 16 salî ji Kobanê revandin û bo cihekî nediyar birine, dayîka wê jî bangî Mazlûm Ebdî dike ku keça wê vegerîne.
Çavkaniyên Darka Mazî yên li Rojavayê Kurdistanê aşkere kirin, çeteyên bi navê Ciwanên Şoreşger yên girêdayî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), baskê PKKê yê Rojava, li ser revandina zarokên Kurdan berdewam in, herî dawî jî keçeke 16 salî revandine.
Destnîşan kirin, Ciwanên Şoreşger li roja 15 Nîsana 2026ê keçeke 16 salî ya bi navê Yasmin Ebdu Mihemed ji gundê Dongizê yê ser bajarê Kobanî ve revandine.
Dayîka Yasminê di girte vîdyoyekê de bangî Mazlûm Ebdî kiriye û jê xwestiye ku keça wê vegerînin.
Malbata Yasminê berê li parêzgeha Suwedayê bûn û piştî hilweşîna rejîma Beşar Esed vegeriyan gundê xwe.
Ciwanên Şoreşger rêxistineke ciwanan ya girêdayî PKKê ye, bi telîmatên rasterast ya Cemîl Bayîk tev digere û karê wê çekdarkirina zarokan e ji bo PKKê û baskên wê yên li Rojavayê Kurdistanê.