Gelo Bafil çekên ku Trump bo Kurdan şandîn dizîne?

Di rojên dawîn yên şerê Amerîka yê li djî Îranê de, serokê Amerîkayê Donald Trump derket û got ku çekên ku me bo Kurdan şandîn, hatine dizîn lêbelê aliyê ku gomana wan heye çek birbin, aşkere nekir, piştre îstixbarata Îsraîlê Mosadê bi fermî îlan kir ku ew çek ji hêla Bafil Talebanî ve hatine dizîn.
Mosadê li platforma xew ya X nivîsandiye ku belê aşkere bû ku ew çek ji hêla Bafil Talebanî ku piştgirîya rejîma Îranê dike, hatine birin.
Ragihandna Mosadê derbarê diyarnemana çekan wisaye:
Trump vê dawiyê eşkere kir ku Amerîkayê çek ji bo kenalên Kurdî şandine ku armanc ew bû ku bighîjn hêzên opozîsyonê yên li Îranê, lê çek qet negihîştine wir!!.
Çavkaniyên Kurd yên Îranê di destpêkê de bi tundî red kirin û îdîa kirin ku wan qet piştgiriyek wisa negirtiye. Hin kesan heta Trump bi derewîn tawanbar kirin.
Niha wêneyek zelaltir derdikeve holê. Li gorî gelek çavkaniyên Kurdî: dibe ku her du alî jî rastiyê bibêjin.
Tê gotin ku çek hatine şandin, lê ne ji şervanên rastîn yên Kurdên li Îranê.
Di şûna wê de, dibe ku ew ji Bafil Talebanî re, ku kesayetiyek Kurd yê Îraqê ye û ji hêla hin kesan ve wekî hevkarê berjewendiyên Îranê tê dîtin, hatine şandin.
Mosadê li dawîya ragihandina xwe jî gotîye: ev yêk derxistîye holê ku Amerîka bi navbeyinkarên xelet re mjûl bibû. Ji ber ku alîkariya ku ji bo hêzên djî-rejîmê hatbû amadekirin qet neghîştiye wan.
‼️SHOCKING REPORT: WEAPONS DELIVERED BY TRUMP TO THE KURDS MAY HAVE BEEN MISDIRECTED
Trump recently revealed the U.S. sent weapons to Kurdish channels intended to reach opposition forces inside Iran
—but said the weapons never made itKurdish sources initially pushed back hard… pic.twitter.com/IapF1cuv4d
— Mossad Commentary (@MOSSADil) April 7, 2026




