PKKe di navbera çekdanîna sembolîk û rastiya meydanî de

Tevî ku PKKê xwe hilweşandiye û çek avêtine, lêbelê hêj çalak e. Ji sercemê 100 şikeft û tunêlan 30 vala kirine û 70 di bin kontrola wê de ne. aliyê tirk tekez dike ku heta niha tu gavên pratîkî û giştgir ji bo çekdanîna PKKê nehatine dîtin.
Tu gavên pratîkî û giştgir ji bo çekdanîna PKKê nehatine dîtin
Li gorî wan agahiyên ku di medyayên Tirkiyeyê de û bi taybetî di rojnameya “Hürriyet”ê de hatine belavkirin, aliyê tirk tekez dike ku heta niha tu gavên pratîkî û giştgir ji bo çekdanîna PKKê nehatine dîtin. Medya amaje bi wê dike ku wan gavên heta niha hatine avêtin, zêdetir xwedî “rengê sembolîk” bûne û negihîştine asta çekdanîna temamî an jî bidawîkirina hebûna çekdarî li navçeyên çiyayî.
30 şikeft vala kirine û 70 hêj di bin kontrola rêxistinê de ne
Herwiha hatiye ragihandin ku ji sercemê 100 şikeft û tunêlan, PKKê 30 vala kirine û 70 şikeft hêj di bin kontrola rêxistinê de ne.
Di rojnameya Hürriyetê de hatiye ku Rêxistina Îstixbarata Neteweyî (MÎT) ya Tirkiyeyê û hêzên wê yên çekdar dê tesbît bikin ka PKKê çekên xwe danîne yan na; ev dê were piştrastkirin, piştî vê yekê dê gav ji bo vegera endamên rêxistinê bi rêya rêziknameyên qanûnî bên avêtin.
Rojnameyê herwiha nivîsandiye: Lêbelê, heta niha, tu piştrastkirin tune ye ku endamên PKKê çekên xwe danîne; berevajî vê, çalakiyên rêxistina PKKê balkêş in.
Li ser erdê tu pêşketineke nû ya girîng çênebûye
Di vê derbarê de jî serokê MÎTê Îbrahîm Kalin, di civîna dawî ya koma AK Partiyê de diyar kiribû ku ji bilî çekdanîna sembolîk, li ser erdê tu pêşketineke nû ya girîng çênebûye. Sedema herî girîng a li pişt têkçûna pêvajoya danîna çekan, pêşketinên li Îranê ne.
Çavdêr dibêjin ku nehevsengiya di navbera daxuyaniyên siyasî û rastiya meydanî de, kiriye ku mijara çekdanînê hêj wekî pirsgirêkeke tijî asteng bimîne. Di demekê de ku hikûmeta Tirkiyeyê mercê çekdanîna temamî datîne, aliyê din zêdetir behsa çareseriya demokratîk û siyasî dike, ev yek bûye sedem ku heta niha tu nexşerêyeke pesendkirî ji bo her du aliyan di holê de nebe.