Nasnameyên 10 şervanên Asayîşê hatin eşkerekirin

asaiysha-rojava-net

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş) a Hisîçayê nasnameyên 10 şervanên ku li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê canê ji dest daye eşkere kir.

Şervanên Asayîşê di dema şerê li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên li Helebê di dema şerê bi çekdarên artêşa Ereban a Sûriyeyê de li rojên 6, 8 û 9 Kanûna Paşîn ya îsal 2026ê canê xwe ji dest dabû.

Li gorî daxuyaniyê navên wan bi vî rengî ne:

Ehmed Silêman.

Ehmed Gelî.

Enwer Cûma.

Beşar Weqas.

Cûma Şêxo.

Hecî Xelîl.

Hesen Hemo.

Xalid Hecî.

Zehredîn Hîcazî.

Talib Elûş.

Li gorî amarên navendên lekolînê li Rojavayê Kurdistanê, di êrîşa çeteyên Şamê ya ser Rojava de, ku li 6 Çileyê dest pê kirbûn, herî kêm 1200 Kurd hatine şehîd kirin, bi hezaran hatine revandin û bi sedan hezar jî koçber bûn.